'AKP dixwaze koçberên Kurd-Tirk bike dijminê hev'
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropa û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk êrîşa faşîst a duh a li hemberî NCDK a Kolnê şermezar kirin û banga xurtkirina têkoşîna li hemberî AKP'ê kirin.
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropa û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk êrîşa faşîst a duh a li hemberî NCDK a Kolnê şermezar kirin û banga xurtkirina têkoşîna li hemberî AKP'ê kirin.
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropa û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk êrîşa faşîst a duh a li hemberî Navenda Civak Demokratîk a Kurd (NCDK) a Kolnê şermezar kirin.
Di daxuyaniya her du rêxistinbûyînan de hat bibîr xistin ku di êrîşa duh a faşîstan de çar kesên li komeleyê birîndar bûne û destnîşan kir ku AKP dixwaze şerê bi qetilkirina 33 sosyalîstan re daye destpêkirin, derbasî Ewropayê jî bike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku AKP a dixwaze welêt di rewşeke şer û pevçûnan de bixe nava hilbijartinê, hewl dide gelan bike dijminê hev û hat gotin, "AKP a êrîşên xwe yê faşîst derbasî Ewropayê jî kir, hewl dide di navbera koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijminatiyê derxîne. Yek ji gelek êrîşên di demên dawî de hatin kirin, di 20'ê Îlonê roja Yekşemê li hemberî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê hat kirin. Çeteyên faşîst ên bi çoyên ji hesin ketin hundirê navendê, 4 Kurdistaniyên di hundir de birîndar kirin. Komên faşîst di heman rojê de hewl dan êrîşî Komeleya Çandê ya Mûltî bikin.
Em êrîşa li hemberî Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê bi tundî şermezar dikin. Em van êrîşan li hemberî xwe dibînin û destnîşan dikin ku li dijî her şêwe êrîşan em ê bi hev re bisekinin.
Em careke din ji raya giştî re radigihînin ku bi êrîşên bi vî rengî yên faşîst re têkoşîna me ya aştî, azadî û demokrasiyê nayê astengkirin."
Di dawiya daxuyaniyê de banga yekbûyînê hat kirin, ku di 1'ê Mijdarê de dersa pêwîst bi vî rengî ji AKP û Erdogan re bê dayîn.