Akat Ata ji bo Îrfan Tuna yê bi gazê mir lêpirsîn xwest

Akat Ata ji bo Îrfan Tuna yê bi gazê mir lêpirsîn xwest

Parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Îrfan Tunu yê ku di encama bombeya gazê ya polîsan avêt de jiyana xwe ji dest da ji wezîrê karê hundir Muammer Guler pirsî. Ata der barê mirina Tuna de lêpirsîn xwest û her wiha got di encama êrîşa polîsan de çend kes birîndar bûne.

Parlamentera BDP’ê Ayla Akat Ata der barê bîlançoya berxweda Parqa Gezî de pêşnûmeyek pêşkêşî wezîrê Karê Hundir kir.

Ata wiha got: “Bûyerên di 28’ê Gulanê de li Stenbolê dest pê kirî li gelek bajarê Tirkiyeyê belav bûn û ev nêzî mehekê ye di encama şîdeta polîsan de 11 hezar kes birîndar bûn û 5 kes jî mirin. Li gorî daxuyaniya ji Komeleya Turk Toraks hatiye dayîn, gaza îsatê ji ber ku xesareke mezin dide kezebê li gorî peymanên navnetewî hatiye qexede kirin.  Her wiha ev gaz dibe sedema nexweşiyên kezebê.

Li Enqereyê li taxa Kizilay kesê bi navê Îrfan Tuna yê ku li dersxaneyekê peywirdarê paqijiyê bû, ji 1’ê hezîranê û pêve ji ber ku her roj bi gaza îsotrê re rû bi rû ma, di 6’ê hezîranê de bîhna wî diçike û diçe derve. Lê ji ber ku li derve gaz û ava şid hebû ji ser hişê xwe çûye. Li gorî agahiyên kesên li gel wî dane, gazî ambulansê kirine lê ji ber ku rê girtibûn ambulans 25 deqe dereng gihiştiye wir.Tuna li nexweşxaneyê krîza dil derbas dike û dimire. Komeleya Mafê Mirovan der barê mijarê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku  ji aliyê dozgeriyê ji bo  îdiaya ‘di encam gazê de krîza dil derbas kiriye’ bê lêkolînkirin daxwaza otopsiyê kiriye û sewqî Tipa Edlî kirine. Hat diyar kirin ku di encama otopsiyê de bandora gaza îsotê ya li ser Tuna gelek zêde ye.

Ata ev pirs pirsîn:

-Der barê mirina Tuna de serlêdaneke bo wezareta we çêbûye an an?

-Wezareta we der barê mirina Tuna de lêpirsînek daye destpêkirin an na?

- Di 6’ê hezîranê de talîmata girtina rê kê daye?

-Ligel ku ev gaza îsotê ji aliyê peymanên navnetewî ve jî hatiye qedexekirin û zirarek mezin dide mirovan çima bikaranîna wê didome, hinceta wê çiye?

-Ji 28’ê Gulanê heta niha rêjmeya gaza îsotê ya hatiye bikaranîn çiqas e?

-Ji 28’ê Gulanê heta niha çend kes birîndar bûne?

-Ji 28’ê Gulanê û heta niha çend kesan jiyana xwe jidest daye?

-Der barê van birîndarî û mirinan de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na?

-Ji 2002’an heta niha ji aliyê teşkîlatên midûriyetan ve bi çiqas pereyî gaz hatiye kirin?