Akademiya Cegerxwîn belgeyên mezûnên xwe yên destpêkê danê

Akademiya Cegerxwîn belgeyên mezûnên xwe yên destpêkê danê

Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn ya Şaredariya Kayapinarêdi şahiyên dawiya salê bi merasîma mezuniyetê bi dawî bû.

Şahiyên dawiya salê ya Navenda Çanda Cegerxwîn ya ku 3 rojan berdewam kir, bi merasîma mezûnên di beşa şano, wêje, ziman, sînema, muzîk û wêneyan bi dawî bû.

Şaredarê Kayainarê Mahmut Dag, endamên şaredariyê û bi sedan kes tevli merasîma girtinê ya li Salona Sînemayê pêk hatin bûn. Ji ber eleqeya mezin ya gel, welatî neçar man li ser piyan temaşe dikin. Di axaftina vekirinê ya şahiyê Mahmut Dag axivî û diyar kir ku kedeke mezin ya Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn di vê navenda çandê de heye û wiha got: “Ev sê rojên xwendekarên Navenda Çanda Cegerxwîn bernameyên xwe pêşkêşî gel dikin. Navenda me di sala 2010’an de ket faliyetê û ev 3 sal bû xwendekarên me perwerdehiya akademîk dîtin û îro mezun bûn.

Dag da zanîn ku şaredarî di her qadê de xizmetê dimeşîn lê ji bo ciwanan perwerdehiya çand û ziman bo xizmeta herî mezine û got dayîna perwerdehiyê ya bi kurdî girîngtire.

Di şevê de mezûnên muzîkê ya Akademiya Cegerxwîn ligel Mizgîn Tahir derketin ser dîkê û eleqeyeke mezin dîtin. Her wiha 150 xwendekarên ji beşa şano, reksên gelerî, wêje û ziman, muzîk û wêneyan de belgeyên xwe yên mezuniyetê girtin.