Akademîsyen Gulmen cara 4'an hate binçavkirin
Hîndekar Nûriye Gulmen ku bi biryarnameya AKP'ê ji kar hat kirin, cara 4'an bi lêdanê hate binçavkirin.
Hîndekar Nûriye Gulmen ku bi biryarnameya AKP'ê ji kar hat kirin, cara 4'an bi lêdanê hate binçavkirin.
Di çarçoveya Biryarnameyên Rewşa Awarte de Hîndekara Zanîngeha Selçûkê Nûriye Gulmen ji kar hatibû kirin. Li dijî vê yekê Gulmen bi gotina "Ez dixwazim li karê xwe vegerim" li Kolana Yukselê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Lê belê polîsan ew careke din bi lêdanê binçav kirin.