Ahmet Turk: Niha gog bi hikûmetê re ye

Ahmet Turk: Niha gog bi hikûmetê re ye

Hevserokê KCD’ê  û parlamenterê serbixwe Ahmet Turk li paytexta Washîngton a DYA’yê gera xwe didomîne  diayr kir ku di alî kurdan de der barê pêvajoya çareseriyê te tu pirsgirêk nîne û got: “Ji vir şûnde gog bi hikûmeta tirk re ye.” Turk di mija makeqanûna nû de jî diyar kir ku pirsgirêk ne tirkbûne û diyar kir ku divê nasname û çandên cuda bikevin ewlehiyê.

Hevserokê KCD’ê û parlmaenter Ahmet Turk û parlamenterê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur gera xwe ya DYA’yê didomîne. Turk û Gur de barê gera xwe de  bi rojnamegeran re hatin cem hev.  Turk destnîşan kir li Wezareta Karê Derve ya DYA’ê 3 hevdîtin kirine û got: “Di çarçoveya vê de ji wezîrtiya karê derve  ya DYA’yê bi berpirsê Avrasya û Ewropa cigirê musteşar  Erîc Rubîn, rayedarên maseya Tirkiyeyê ya wezareta karê derve ya DYA’yê û rayedarên Qesra Spîre hevdîtin kir.” Turk da zanîn ku rayedarên Amerîkayê diyar kirine ku ew piştigriyê didin pêvajoya çareseriyêû girîngiyê didinê.

Turk  da zanîn ku wan mînakê wekê îlankirina agirbestê û vekişîna gerîlayan dane û diyar kirine ku ji alî kurdan de der barê pêvajoyê de tu pirsgirêk nîne û got: “Ji vir şûnde gog bi hikûmetê re ye.  Divê hemû kes piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê.  Daxwazên me yên demokratîk yên Tirkiyeyê, ne tenê bo kurdan, ji bo demokratîkbûna hemû civakê, ji bo azdiya hemû gelên Tirkiyeyê esase.  Dîsa di çareseriya pirsgirêka kurd de ne tenê kurd, tirk jî dê qezenc bikin.  Tirkiyeke ku dê pêşeroja xwe qezenc bike, ava bibe û dê rola xwe di Rojhilata Navîn de bilîze. Dê bibe aktoreke  ku demokrasiyê bibe Rojhilata Navîn.

Turk denîşan kir ku ew naxwazin ji derve de bo çareseriya pirsgirêkê mudaxale bê kirin û diyar kir ku daxwaza wan eve ku DYA di vê pêvajoyê de piştigriyê bide çareseriyê.

Turk dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em nabêjin bila di makeqanûnê de tirk, laz, kurd û Çerkez bên nivbîsin.  Dibêjin dê ‘tirkbûn’ biçe. Ger hun dixwazin li hemû rupelan tirkbûnê binivîsin. Hewcedariya me bi vê nîne. Em dixwazin çand û nasnameyên cuda bikin bin ewlehiya makeqanûnê. Bila neyên înkar kirin.”