Ahmet Turk: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
Ahmet Turk ji girtîgehê mesaj şand û got, "Bila hêviyên we neşikên. Têkoşîna demokrasiyê û siberoja azad bê berdêl nabe. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Ahmet Turk ji girtîgehê mesaj şand û got, "Bila hêviyên we neşikên. Têkoşîna demokrasiyê û siberoja azad bê berdêl nabe. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji girtîgeha Silîvriyê ji dîhaberê re peyam şand. Turk diyar kir ku moralê wî xweş e û ew û Hevşaredarê Şaredariya Mezin Bekîr Kaya bi hev re dimînin.
Turk di peyama xwe de got, "Girtina me siyasî ye. Ji xwe ev diyar e. Hê bêriya ku biryara girtina me bidin biryar hatiye danîn ku wê bibin kîjan girtîgehê û çawa bibin. Balafir û cihê me ji berê ve hatiye amadekirin."
'PÊDIVÎ BI HELWESTEKE SIYASÎ YA XURT HEYE'
Turk diyar kir mantiqê dewletê yê li pêşberî wan dixwaze Kurdan û civakê bitirsîne û got: "Vê mantiqê tenê Kurd nekirine hedefa xwe de her wiha hemû azadîxwaz û demokrasîxwaz jî kirine hedefa xwe. Çi kesê ku ji polîtîkayên dewletê ne xweş e ji xwe re dikine hedef. Ev helwest û hişmendî welêt bi ber bi bobeletê ve dibe. Dewlet bi polîtîkayên xwe Kurdan ji revdeyên nîjatperest re dike hedef. Ez vê ji bo siberojê weke talokeyekê dibînim. Sûda ti kesekî ji vê polîtîkayê nîn e. Pêdivî bi pêvajoyeke wiha heye ku bêhna Tirkiyê bîne ber wê. Civak jidiyaye. Li ser civakekê şok ferz kirin. Pêdivî bi normalbûna vê pêvajoyê heye. Ji bo ku civak ji vê şokê rabe divê fersend were çêkirin. Di rewşeke wiha ya bêhteng de dijwar e ku behsa aştiyê were kirin lê ji bo normalbûnê pêdivî bi demê heye. Pêşî divê pêvajoya normalbûnê çêbibe û piştre behsa aştiyê were kirin. Ji bo vê jî pêdivî bi helwesteke siyasî ya xurt heye."
Turk bi berdewamî diyar kir; "Têkoşîna me ya mirovahiyê û rûmetê ye. Em siyasetmedar tenê ji bo Kurdan tênakoşin lê her wiha ji bo hemû kesên demokrasî û azadîxwaz têdikoşin. Em bi gelê Tirk re bira ne û ne dijminê gelê Tirk in. Hemû gelên li vê cografyayê pêdiviya wan bi hev heye. Ji bo vê jî polîtîkaya biratî û aştiyê wê her kesîm ezin bike û xurt bike. Em bi kuştina hev ti encamekê bi dest ve nayînin."
Turk diyar kir ku dewlet li ser her kesî zextan dike, li gel ku ew di raya giştî de weke kesekî alîgirê aştiyê xuya dike jî ew hatiye girtin û li ser vê got; ‘dewletê bi girtina min mesaj da gel û got, ‘em dikarin di nav we de yê herî maqûl jî bikin’. Rewş ne baş e lê ji aştî û diyalogê wêdetir ti vebijêrka me nîn e. Em hewceyî hev in ku bi hev re bijîn.’’
'BILA HÊVIYÊN WE NEŞIKÊN'
Ahmet Turk li ser rewşa karkeran ku qeyûman ew ji kar avêtin jî got ew xemgîn e û silavên xwe ji hemû karker û malbatan re rêdike.
Herî dawî got: "Ez silavê xwe ji gel û dostên me re dişînim. Bila hêviyên xwe neşikînin. Têkoşîna demokrasiyê û azadiyê bê berdêl nabe, em bi vê dizanin. Têkoşîneke me ya bi heq heye. Ev têkoşîneke wijdan û sincî ye. Ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin."