'Agirbest', 'Aştî', 'Çareserî' - Cemal Şerîk

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bibîr xist ku tevgera azadiyê bersiva erênî daye banga agirbesta dualî, lê ji aliyê dewletê ve bersiva neyînî hatiye dayîn û ji xwediyên vê bangê xwest, xwedî li bangawaziya xwe derkevin.

Bi rojan e di saziyên çapemenî û ragihandinê de rojnamevan, akademîsyen, nûnerên saziyên civakî, siyasetmedar û hwd. pirsgirêka kurd nîqaş dikin. Dem bi dem mîkrofonê dirêjî kolanan dikin û nêrîna welatiyan dipirsin. Di nîqaşan de xala hevpar geşedanên piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê ne. Ev hemû nîqaş ji aliyê navendekê ve tên birêveberin û bi yek dengî dixwazin ‘PKK agirbest îlan bike’, bi vî rengî bingeha peyvên ‘agirbest’, ‘aştî’ û ‘çareseriyê’ dadigirin.

Nêrîneke wiha derdixin holê. Dikarin van nêrînan bi çend aliyan ve şîrove bikin. Divê ji aliyekî cuda ve van nêrînan şîrove bikin. Dibe ku hinek derdor ji şer û pevçûnên heyî aciz bibin, heta dibe ku fikarên wan mezin bibin. Ji ber vê yekê nêrînên rawestandina şer û pevçûnan derdikevin holê. Divê ev xwezayî bê dîtin.Lê divê were pirsîn; kî û çawa bersivê didin bangên ‘agirbest’, ‘aştî’ û ‘çareseriyê?

Kesên ku bi karanîna peyvên ‘agirbest’, ‘aştî’, ‘çareserî’, ‘siyaseta demokratîk’ bang dikin, divê li gorî wê daxwaz û helwestên xwe diyar bikin.

Ger we bala xwe dabê, PKK’ê li hemberî bangên navneteweyî û raya giştî rêz girtiye û li gorî wê bersiv daye van bangan. Ragihandiye ku bangan cidî dibîne, ji bo ‘agirbest’, ‘aştî’, ‘çareserî’ û ‘siyaseta demokratîk’ amade ye. Hatiye gotin ku ji bo bê şopandin ji kontrola çavdêran re amade ne. Saziyên PKK’ê yên herî pêwendîdar, nûnerên ku li ser navê saziyan daxuyanî didin di vê mijarê de pir vekirî nêrînên xwe anîne ziman.

Li ser vî esasî bangên; ‘agirbest’, ‘aştî’, ‘çareserî’ û ‘siyaseta demokratîk’ ji aliyê PKK’ê ve hatine bersivandin. Li gorî vê yekê kesên ku ji bo şer û pevçûnan dikevin nav fikaran, divê li gorî bangewaziyên ku dikin helwestekê nîşan bidin. Divê ne ji bo PKK’ê, ji kesên alîgirên şer û pevçûnan in re hêvî û daxwazên xwe bînin ziman.

Daxwazên ‘agirbest’, ‘aştî’, ‘çareserî’ û ‘siyaseta demokratîk’ muxatabiyê derdixe holê û ji bo ev yek pêk bên divê muxatap bersivê bidin van bangewaziyan. Ji ber vê yekê ye ku kesên bang dikin çawa li bendê ne PKK bersivê bide, divê li bendê bin ku muxatabên din jî bersivê bidin. ‘Agirbest’, ‘aştî’, ‘çareserî’ bi vî rengî pêk tê û ji bilî vê rêya çareseriyê nîne.

Derdorên ku dibêjin “agirbest”, “aştî”, “çareserî”  û hwd. û li ser vê bingehê bangewaziyan dikin, tiştekî xwezayî ye ku bersiva van bangewaziyên xwe bixwazin. Divê ku di nav helwesteke wisa de bin jî. Di vê çarçoveyê de lazim e ji R.T. Erdogan, ji dewletê, ji hikûmeta Ahmet Davutoglu têkildarî bangewaziyên xwe bersivê bixwazin. Eger bersiva wan a ji bo vê bangewaziyê ne ti bersiv be yan jî berevajiyê bangewaziyan be lazim e ku ew derdorên bangewaz li hemberî vê yekê jî helwesta xwe bi zelalî nîşan bidin. Samîmiyet û biryardariya têkildarî bangewaziyan vê yekê li ser wan ferz dike.

Şexsiyetên ku îdia dikin ew li ser navê R.T.Erdogan, Ahmet Davutoglu û dewletê diaxivin bersivên wekî; “Heta dawiyê şer”, “Heta ku ferdê wan ê dawî jî were tinekirin ew ê operasyonên me bidomin” û “Ji bo vê yekê çi pêwîst be ew ê were kirin” û hwd. didin. Wê demê tişta ku were kirin divê li hemberî van kesan bangewaziyên ‘agirbest’, ‘aştî’ û ‘çareserî’yê bên kirin. PKK’ê bersiveke erênî daye bangewaziyên wan. Kesên bersivên neyînî dane jî R.T.Erdogan, dewlet û Ahmet Davutoglu ne.

Li gel vê rastiyê jî eger hê ji PKK’ê gavavêtineke yekalî  were xwestin, ev yek wê gelekî neheqî û nêzîkatiyeke şaş be. Ji ber ku heta îro PKK’ê gelek caran bi awayekî yekalî agirbest îlan kiriye û ji wan jî ti encam bi dest nexistiye.

Li hemberî vê yekê jî dewletê êrîşên xwe yên ji bo tinekirinê domandine. Ji lewre bi tenê tiştekî ku mirov bike heye. Ev jî ew e ku alî bi hev re der barê ‘agirbest’, ‘aştî’ û ‘çareserî’yê de helwest nîşan bidin. Eger ku ev yek bi hev re pêk neyê kî ne alîgirê ‘agirbest’, ‘aştî’û ‘çareserî’yê be divê li hemberî wê helwest were nîşandan.

Di vê merheleya ku em gihîştinê de tişta were kirin ev e. Eger baş bala xwe bidinê R.T.Erdogan, Ahmet Davutoglu di daxuyaniyên xwe de ji bûyerên pêk hatine “PKK” û “HDP”ê berpirsyar nîşan didin. Dema ku vê yekê dibêjin jî pê re jî dibêjin “Ew aramiya vî welatî xera dikin.” Di pêvajoya ku li Cizîrê derketina derve hatibû qedexekirin de daxuyaniyên bi vî rengî dan. Tişta ku ew jê re dibêjin aramî ew e ku sekvanên wan ên bêyî îtîraz zarokê 35 rojî, zarokên 5 salî, kal û pîrên 70 salî bikaribin qetil bikin. Bi tank û topan tax û malan bombe bikin. Tişta ku aramiya wan xera dike jî li hemberî vê komkujiyê nîşandayîna nerazîbûna “Hûn çima vê yekê dikin” e.

R.T.Erdogan û Ahmet Davutoglu dixwazin van pêkanînan di nav aramiya ku ew tasawur dikin de bikin. Armanca kes û derdorên dibêjin “agirbest”, ‘aştî’û ‘çareserî’jî divê ku karê vana hêsan nekin. Berevajiyê vê yekê lazim e ku bi destên kesên dibêjin “agirbest”, “aştî”û “çareserî” bigirin û kujerên wan jî bînin ser vê rêyê.

Çavkanî: Azadiya Welat