Agahî ji Werîşe Muradî ku ji aliyê Îranê ve hat girtin nayê girtin

Dewleta Îranê destûr nade malbat û parêzer serdana endama KJAR’ê Werîşe Muradî bikin û mehek zêdetirê agahî jê nayê girtin.

AGAHÎ JI WERÎŞE MURADÎ NAYÊ GIRTIN

Aktivîsta mafê jinan û endama KJAR’ê Werîşe Muradî ji 1’ê Tebaxa 2023’an ve li girtîgeha Evîn tê girtin, tevî ev nêzî salekêye tê girtin ji melzemeyên tibî û mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re bêpar tê hiştin.

Bi fermana serokê şaxa 15’yemîn ya dadgeha Devrîm ya li paytexta Îran Tahran ve ji 6’ê Gulanê heta niha hevdîtina wê bi malbatê re tê qedexekirin. Tevî ku malbat û parêzerên Werîşe Muradî der barê sedemê qedexeya hevdîtinê de serî li saziyên darazê dane jî hê bersîvek negirtine.

Hate diyarkirin ku nexweşiyên weke êşa pişt û hestî jî di nav de gelek nexweşiyên Werîşe Muradî hene û bi zorê dimeşe û ji dema hatî girtin heta niha gelek kîlo winda kiriye. Di nava sê mehên derbas bûyî de ji ber nexweşiyan ew şandine nexweşxaneyê, lê belê tu tedawiyek nehate pêkanîn û ji aliyê bijîşkan ve nehatiye muaynekirin.

Beriya du hefteyan di dema danişîna duyem ya Werîşe Muradî de dema ku parêzerên wê xwestin dozê lêkolîn bikin serî li Dadgeha Şoreşê ya Şaxa 15’emîn a Tehranê dan, lê ji wan re hate gotin ku dozek wisa li gel wan nîne û carek din jî serlêdana dadgehê nekin.

Werîşe Muradî ku di 1’ê Tebaxê de li bajarê Sine ji aliyê Mûhafizên Şoreşê ve hate revandin û piştî lêpirsîna 2 hefteyan hate girtin û şandin Girtîgeha Êvînê. Muradî bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin.