Agahî ji Ocalan nîne, fikar zêde dibin

Ev saleke ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sê girtiyên bi wî re nayê girtin. Tecrîdeke girankirî heye. Parêzer Eren Keskîn diyar kir, ew gelekî bi fikar in.

Parêzvana mafên mirovan parêzer Keskîn diyar kir, tecrîda li ser Ocalan qanûnî nîne û xwest, tavilê ev tecrîd were rakirin û pêşî li hevdîtinê were vekirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê hiştin. Li pêşberî vê rewşa Ocalan, binpêkirina hiqûqa gerdûnî û qanûnên dewleta Tirk li aliyekî, saziyên hiqûqê yên navneteweyî jî bêdeng in. Yek ji saziyên ku bêhiqûqaiya ji sala 1999'an û vir ve li Ocalan tê kirin nabîn, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye. Biryarên ku DMME der barê Ocalan de daye nîşan didin, bê dadgeh dadgeriyê çawa ji nedîtî ve tê.

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropay (CPT) jî, ku 7 caran serdana Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê kir, herî dawî bi heyeteke ji 3 kesan, di 28-29'ê Nîsana 2016'an de serdana giravê kir. Li ser ti ji van serdanan daxuyanî nehate dayin. Aliyê hikumeta Tirk li pêşiya eşkerekirina raporên CPT bû asteng. Piştî rûdana şerê nava dewletê yê 15'ê Tîrmehê, parêzerên Ocalan di 19 û 26'ê Tîrmeha 2016'an de du caran serî li CPT dan û xwestin tavilê biçin serdana Girtîgeha Îmraliyê. Heyeta CPT, di 29'ê Tebaxê-6'ê Îlona 2016'an de serdana girtîgehên li Tirkiyeyê kir. Lê tenê li rayedarên Îmraliyê guhdarî kir. CPT herî dawî di 10-24'ê Gulanê de serdana Tirkiyeyê kir, lê neçû Îmraliyê.

TIRKIYE KARÊN LI DERVEYÎ QANÛNAN DIKE

Tecrîda li ser Ocalan, ji sala 2011'an û pê ve gav bi gav hate şidandin. Parêzvana mafên mirovan parêzer Eren Keskîn, ku dema Ocalan anîn Tirkiyeyê yek ji parêzerên destpêkê yên Ocalan bû, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan bi anîna wî ya Tİrkiyeyê dest pê kir. Keskîn diyar kir, tecrîd hatiye şidandin, îro di asta herî bilind de tê ferzkirin û got, "Dema li gorî peymanên navneteweyî yên Tirkiyeyê mohra xwe daniye binî û hiqûqa navxweyî were nirxandin, derdikeve holê ku tecrîda li ser Ocalan û astengkirina hevdîtinan, li derveyî qanûnan e. Hem li dijî hiqûqa navneteweyî ye, hem jî li hiqûqa navxweyî ya li Tirkiyeyê nayê. Yanî ti astengî nîne, lê belê hevdîtin tên astengkirin."

HELWESTEKE POLÎTÎK E

Parêzer Eren Keskîn bibîr xist, demeke gelekî dirêj e ku destûr nayê dayin Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne û destnîşan kir, di nava hiqûqê de cihê pêkanîneke taybet ji bo şexsekî nîne. Keskîn ragihand, pêkanîna li hemberî Ocalan tiştekî bi vî rengî ye û destnîşan kir, tecrîd ji ber sedemên polîtîk di dewrê de ye. Parêzer Keskîn diyar kir, dewleta Tirk ji ber ku xwedî vîneke çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd nîne, tecrîdê dişidîne û got, nabe ku tecrîd bi vî rengî bê dewamkirin.

BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ

Parêzer Eren Keskîn anî ziman, tevî raya giştî ya navxweyî, li dijî tecrîda li ser Ocalan erk û wezîfe dikeve ser milê raya giştî ya navneteweyî û bibîr xist, ku Ocalan şexsekî bi tena serê xwe nîne, ew lîdereke ku bandorê li ser bi mîlyonan mirovî dike. Parêzer Keskîn di dewama axaftina xwe de got, "Eger di vê astê de bêhiqûqî li kesekî xwedî pozîsyoneke bi vî rengî tê kirin û ev yek li dijî peymanên ku Tirkiyeyê mohra xwe daniye binî be, wê çaxê lazim e hevparên din ên van peymanan hişyariyê bidin Tirkiyeyê. Lê heta niha tiştekî bi vî rengî nehatiye kirin. Li qada navneteweyî bêdengiyek heye."

RÊ LI BER ALOZIYA CIVAKÎ VEDIKE

Parêzer Keskîn destnîşan kir, weke parêzvanên mafên mirovan ew dixwazin pirsgirêka Kurd bi rengekî aştiyane were çareserkirin û diyar kir, tecrîd di nava civakê de rê li ber alozî û bêhêvîtiyê vedike. Keskîn anî ziman, ji bo çareserî û hêviya aştiyê, divê tecrîd were rakirin û got, "Eger rewşeke asayî tê xwestin, divê tecrîd tavilê ji holê were rakirin."

BÊBAWERIYA JI YA SALÊN 90'Î MEZINTIR

Li gorî parêzer Keskîn, rewşa heyî baweriyê nade ti kesî û weke parêzvaneke mafên mirovan û parêzereke ku salên 90'î dîtiye, bêbawerî û pêvajoyeke bê hêvî heta niha nedîtiye.

CPT JI ERKA XWE DIREVE

Parêzer Eren Keskîn diyar kir, CPT li pêşberî tecrîdê nikare bi rengekî azad tevbigere û jê xwest, bi awayekî azad tevbigere û rola xwe ya li dijî tecrîdê bi cih bîne. Parêzer Keskîn destnîşan kir, erk û wezîfeya CPT û saziyên mîna wê ew e; dema mirov nema karibin tiştekî bikin divê destekê bide wan û got, ew li bendê ne CPT û saziyên mîna wê bi erka xwe rabin.

EM JI BER TECRÎDA LI SER OCALAN BI FIKAR IN

Parêzer Keskîn bal kişand ser hesasiyeta nêzîkatiya li Ocalan a ji bo aştiyê û da zanîn, tecrîda li ser Ocalan ku aktorê diyarker ê aştiyê ye, tê wateya 'israra di şer' de. Parêzer Keskîn careke din bibîr xist, ku ew nikarin agahiyê ji Ocalan bigirin û ji ber vê yekê jî bi fikar in.

Keskîn xwest, tavilê hevdîtin bi Ocalan re were kirin, şert û mercên Ocalan di nav de ye bi temamî werin guhertin, lê weke gava lezgîn divê tavilê tecrîd were rakirin û pêşî li hevdîtina Ocalan a bi malbatê û parêzeran re bê vekirin.