AGÎF: Li dijî Erdogan dakevîn qadan
Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanya (AGÎF) li dijî serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a 28-29’ê Îlonê ya Elmayayê banga xwepêşandanên protesoyî li gel kir.
Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanya (AGÎF) li dijî serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a 28-29’ê Îlonê ya Elmayayê banga xwepêşandanên protesoyî li gel kir.
AGÎF da xuyakirin ku hevkariya navbera dewletan enceq bi piştgiriya bi hêz a galan tê hilweşandin û got: “28-29’ê Îlonê wê bibe wesîleya peyman û îtîfaqên qirêj ên nû ku ji bo her cûre azadî û demokrasiyê tine bike ye. Ev peyman wê ne tenê ziyanê bide gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn her wiha wê bide hemû gelan.”
Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanya ji bo mîtîna ku wê 28’ê Îlonê li Postdamar Platz saet 16:00’an li Berlîn, 29’ê Îlonê jî mîtînga navendî ya li Deûtzer Werft saet 10:00’an li Kolnê bê kirin bang li hemû endam, alî û gelan kir ku bi hêz tevlî bibin.