Afşîn: Li her derê dibistanên Kurdî
Afşîn: Li her derê dibistanên Kurdî
Afşîn: Li her derê dibistanên Kurdî
Zarokên Kurd dîsa ji zimanê dayikê bêpar dikevİN sala nû ya perwerdeyê. Ji bo perwerdeya zimanê dayikê boykota dibistanan di rojevê de ye.
Li Amed, Colemêrg û Şirnexê jî li dibistanên Kurdî qeyd têkirin. Endama Komîteya Zanist Ronakbiriyê ya KCK’ê Delal Afşîn li ser boykotê axivî û diyar kir ku boykota dibistana girînge lê ji bo perwerdeya zimanê dayikê têr nake.
Afşîn da zanîn ku divê perwerdeya zimanê dayikê li her derê bikeve rojevê û divê li her derê kursên ziman bên vekirin.
Delal Afşîn li ser texrîbata saziyên heyî û alternatîfên li hemberî wê ji ANF’ê re axivî.
Afşîn bal kişand ser girîngiya ziman û got: “Ziman amûra herî sereke ya têkiliyê ye. Ji bo hevdu fêmkirin û têkilî danînê gelek girîng e. Bêguman a ku herî zêde bi zarokên xwe re parvekirinê dike dayike. Mamosteya zarokan a yekem dayik e. Ji ber vê dema ziman tê gotin dayik tê hişê mirovan. Dema zarokek ji zimanê xwe bêpar bimîne, ji dayika xwe jî bêpar dimîne.
TIRKIYE BÊ ZIMANÊ DAYIKÊ YE
Afşîn bal kişand ser saziyên dewletê û got: “Em dibistan û yurdan mînak bidin. Ev sazî li dijî civaka Kurd wek saziyên şerê taybet hatine rêxistinkirin. Armanca van saziyan ne perwerde, zarokan ji malbat û çanda wan dûrxistin e. Zarok ji zimanê wê dayikê dûr dixin. Zarokên ku destpêkê ji malbatê dûr tên xistin, piştre ji civak û dîrokê tên dûrxistin. Ji nasname û çandê tên dûrxistin. Bi zimanê ku li dibitanan ders tê dayîn li ser Kemalîzmê neteweperestiya Tirk tê aşîkirin. Ev di heman demê de şerê taybet û psîkolojîk e. Bi ferzkirina yek zimanî civaka Kurd û bi taybet jî zarokên Kurd bi giştî tên tunekirin.
Afşîn da zanîn ku zarokên ji zimanê xwe tên dûrxistin, piştî demekê ji zimanê xwe şerm dike û got: “Zarok dema xwe baş îfade neke ev rê li ber hêrsê vedike. Xwe biçûk dibîne, nerehetiyên ruhî û psîkolojîk destpê dikin.Ev di heman demê de bêbaweriyê jî bi xwe re tîne.
ALÎ LI XWE BINÊRE!
Afşîn wiha berdewam kir: “Gelek girîng e ku ev pergala perwerdê bê redkirin û alternatîfa vê pergalê bê afirandin. Perwerdehiya bi vî rengî tiştekî bi zarok û ciwanan nade qezenckirin û berevajî vê gelek tiştan dide wendakirin. Wan ji koka wan dûr dixe. Li dijî vê divê em jî pergala perwerdeya civaka demokratîk ava bikin. Bi pergala perwerdeya ku em rêxistin dikin divê em berê zarokan bidin xebatên zîhnî. Divê perwerdeya zimanê dayikê biguhere sazîbûnê. Divê gelê me hemû têkoşîna xwe bimeşîne. Mînak her malek, her der bibe wek akademiya perwerdeyê. Di vê esas de divê em zarokên xwe ji vê pergalê dûr bixin û em derfetên perwerdeya ziman biafirînin.
Afşîn diyar kir ku li Tirkiyeyê hê der barê çareseriyê de tu pêngaveke şênber nehatiye avêtin û got: “Qet pêngav nehatiye avêtin ku mafê perwerdeya zimanê dayikê nasîn. Belkî jî Tirkiye mafê ku herî dawî bide nasîn perwerde zimanê dayikê ye. Ji ber ku Tirkiye dewletek unîter e. Li gorî krîterên dewleta netewe tevdigere. Zîhniyeta dewleta netewe ji bo berjewendiyên xwe biparêze û desthilatdariya xwe bihêz bike hemû civakê dikişîne xeta xwe û terbiye dike. Bi vê rê hewl dide hemû civakê teslîm bigire, wêran û tasfiye bike.
MEKANÎZMAYA ÎNKARÊ: YEK DEWLET, YEK NETEW, YEK ZIMAN
Dibistanên taybet, dersxane û zanîngeh nîşaneya vê ye. li ser zarokan zîhniyeta xwe bicih dikin. Li van dibistanan li aliyekî îdeolojiya xwe ya fermî, feraseta yekparêz kurtir dike û li aliyê din jî tekela sermaye-desthilatdariyê bi hêz dike. Der barê pergala perwerdê de Rêber Apo der barê pêvajoya dibistana xwe de wiha digot: Di dîtbarî de min bi serkeftineke mezin beşa fakulteya Zanistên Siyasî qedan. Encam ev ku bû jîrbûna min darbeyek mezin xwaribû.’ Ev îfadeya serokatiyê her tiştî vedibêje. Dewlet bi pergala yekparêzî dixwaze civakê teslîm bigire.
Polîtîkayên înkar û îmhaya li ser gelê Kurd bi versiyonên cuda dimşein. Ji ber ku gelê Kurd bi zimanê xwe perwerdê dixwaze, dewlet zêdetir berê xwe dide van saziyan. Bi taybet jî li Kurdistanê saziyên mêtîngerî û asîmîlasyonê zêdetir bike. Li bajar û gundên Kurdistanê ji hezarî zêdetir dibistan înşakirine. Tenê sedemek vê heye, ew jî eve ku gelê Kurd bê çare bihêle.
Mafê zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye. Ne tenê bo Kurdan bo hemû gelan ev derbasdar e. Ji bo Çerkez, Ermenî, Gurcî, Suryanî, Hemşînî û hemû gelên din ev derbasdar e.”
PERWERDEYA ZIMANÊ DAYIKÊ STRATEJÎK E
Afşîn bal kişand ser boykota dibistanên Tirk û got: “Pêngava boykotê ku parçeyek ji avakirina neteweya demokratîk e, ji aliyê gelê ve rastî xwedîderketinek mezin tê û wek bersiv li dijî dibistanên Tirkî dibistanên xwe ava dikin. Gelê me berxwedanek mezin nîşan dide. Lê divê boykot bo demekê neyê dest girtin. yanî divê wek çalakiyek protestoyî neyê dîtin. Armanc ev e ku em pergala perwerdeya Kurdî rêxistin bikin. Divê bi awayekî stratejîk li vê hamleyê binêrin. Li hinek barên Kurdistanê ya wekê Amed, Cizîr û Geverê pêngav hatin avêtin û divê yên din jî bavêjin. Divê ji vê zîhniyeta yekparêz re bêjin Êdî bes e.
Pêkanîn perwerdeya zimanê dayikê tenê bi hinek çalakiyan ne pêkane. Divê çalakiyên bêdem bên destpêkirin. Divê li kolan û parkan li her derê kurs bên vekirin. Divê li her qadê jiyanê bi zimanê dayikê bê axaftin, li ber dibistanan meş pêk bên û çalakiyên ku çareseriyê ferz dikin pêk bên.
Afşîn bi lêv kir ku di avakirina xweseriya demokratîk de li gorî karaktera wê her netewe dê bi zimanê xwe jiyana xwe bidomînin. Afşîn destnîşan kir ku neteweya demokratîk, zîhniyeta yekparêzî ya dewleta netewe red dike û pergaleke ku cudahiyan esas digire ye.
HÊZA AVAKIRINÊ KCD YE
Afşîn di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku peywira sereke ya KCD’ê ev e ku divê di mijara perwerdehiyê de avabûna saziyan pêk bîne. Afşîn da zanîn ku divê dibistanên Kurdî bên vekirin, mamoste bên pêşxistin, pirtûkên perwerdeya Kurdî bên amadekirin û rêxistibûna wê bêkirin. Afşîn got: “Divê KCD ji bo pergala perwerdeyê bê amadekirin pêşengiyê bike û proje û planan derxe.
Divê gelê Kurd dibistanên xwe vebike. Ji her demê zêdetir şert û merc ava bûne. Divê ji dibistanên dewletê dûr bikevin. Divê zarokên xwe teslîmî dibistanên dewleta Tirk nekin. Yanî divê salê carekê dibistanan boykot nekin, hemû pergala perwerdeyê boykot bikin.”