Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

ABF:Walî jî weke Erdogan li nefret li Elewiyan dinêre

ABF:Walî jî weke Erdogan li nefret li Elewiyan dinêre

Serokê Federasyona Elewiyan Selahattin Ozer helwesta Waliyê Gurgumê ya qedexekirina daxuyaniya şermezarkirina komkujiya Mereşê rexne kir û wiha got: "Me xwest em li Gurgumê daxuyanî bidin. Lê Waliyê Gurgumê destûr neda. Li ser komkujiya Gurgumê re 34 sal derbaz bûn, lê hêj êş û birîn nû ye. Ji ber ku hesab nehatiye pirsîn her di meha Kanûnê de birîna me vedibe û jana wê zêde dibe.

Federasyona Elewî û Bektaşiyan (ABF) biboneya komkujiya Mereşê di derbarê komkujiya Gurgumê de li ber deriyê Meclîsê daxuyanî da çapemeniyê. ABF'ê ku xwest li Gurgumê çalakiyê pêk bîne û daxuyanî bide, ji ber ku Waliyê Gurgumê destûr neda çalakiyê li ber deriyê meclîsê daxuyani dan çapemeniyê.

Serokê Giştî yê ABF'ê Selahattin Ozer, Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal (PSAKD) Kemal Bulbul, Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelik, Parlamantera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Parlamenterê CHP'ê Aykan Demir, Kamer Genç, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Serokê Komeleya Çanda Elewiyan Ersin Gulduk û gelek welatiyên din amade bûn.

Li ser navê komê Serokê ABF'ê Selahattîn Ozer axivî û diyar kir ku, di 24'ê Kanûna 1978’an de dewletê bi saziyên faşîst ên sivîl re hevkarî kir û li Gurgumê komkujî pêk anîn. Ozer da zanîn ku, li ser komkujiyê re 34 sal derbaz bûn û hêj êş û birîna wan taze û germe.

Ozer da zanîn ku, hêj birînên wan germin û wiha got: "Wekî malzaroka dayîkên me ji nûve bên kêrkirin, pêsîrên wan bên jêkirin , pîr û kalikên me bên perçekirin. Wekî ku bi guleyan qul qulî bikin."

'WALÎ JÎ WEKÎ ERDOGAN BI NIFRÎNÊ LI ELEWIYAN DINÊRE'

Ozer helwesta Waliyê Gurgumê ya destûrnedayîna çalakiya wan jî şermezar kir û wiha got: "Weki sala par îsal jî destûr nedan ku em li Gurgumê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Waliyê Gurgumê serlêdana Komeleya Elewî û Bektaşiyan ya ji bo bîranînê red kir. Waliyê Gurgumê jî wekî Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji elewiyan nefretê dike. Sala par jî li Sêwas û Gurgumê bi ser çalakgeran de gaza îsotê rijandin. Hikûmet destûr nade ku em miriyên xwe jî bibîr bînin."

Ozer helwesta hikûmetê ya li hemberî komkujiyan şermezar kir û xwest hesab ji kujer û kesên fermana komkujiyan dide bipirse û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tenê komkujî bi 163 xetên nivîsê hatiye bibîranîn. Çend sal derbaz dibin bila bibin, dê birînên komkujiya Gurgume her tim zindî be û dê her tim tekoşîna me bidome."