Abbas dîsa ji bo serokatiya El Fetîhê hat hilbijartin

Di kongreya El Fetîhê de ku tevgerek herî bingehîn a di nav Rêxistina Rizgariya Fîlîstinê (FKO) ye, Mahmûd Abbas dîsa ji bo serokatiyê hat hilbijartin.

Hat ragihandin ku di kongreya El Fetîhê de ku li qesrek serokatiyê ya li Ramallahê hate lidarxistin û 1400 delege tevlî bûn, Abbas careke din bi ‘yekîtiya’ dengan hat hilbijartin.

80 endamên Konseya Şoreşê û 18 endamên Komîteya Navendî yên rêveberiya El Fetîhê jî wê bi hilbijartinek roja Înê bêne diyarkirin.

Kongreya herî dawî ya El Fetîhê beriya niha bi 7 salan kom bibû. Dihat zanîn ku Mûhammed Dahlan ê li Yekîtiya Ereban dijî û hin komên din di nav El Fetîhê de mûxalefet dikirin.