Ûysal: DMME'yê tercîha xwe li aliyê Tirkiyeyê kir

Ji parêzerên doza Cizîrê Newroz Ûysal got, DMME'yê li şûna ku biryarê bide pêvajoya Dadgeha Destûra Bingehîn rêyeke bi bandor a hiqûqê nîne, tercîha xwe li aliyê Tirkiyeyê kiriye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), piştî biryarên xwe yên 'gumanbar' ên dema dawî, di doza Cizîrê de jî mohra xwe danîn binê biryareke sosret. Serlêdanên li ser hovîtiya dewleta Tirk a li navçeya Cizîrê red kir, ku di navbera salên 2015-2016'an de bi sedan mirov lê kuştin û bajar xera kirin. DMME'yê serlêdana bi navê Omer Elçî û Orhan Tûnç red kir û berê serlêdêran da Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk.

Ji parêzerên doza Cizîrê Newroz Ûysal li ser biryara DMME'yê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, biryar ji bo wan ne surprîzeke mezin bû. Ûysal qala pêvajoya serlêdanê kir: "Di dema dewamkirina qedexeya derketina derve de, ji bo pêşî li komkujiyan bê girtin me serlêdan kiribûn. Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) wê wextê biryara tedbîrê red kir. Ji bo qebûlkirina tedbîran 5 biryarên DMME'yê hebûn. Me wê demê helwest nîşan da û helwesta hiqûqa navxweyî ya wê wextê ya DDB'ê şand ji DMME'yê re. Redkirina biryarên tedbîrê wê demê gelekî hatibû rexnekirin. DMME'yê piştî biryara tedbîrê dikarîbû dosya bigirta, lê belê li şûna ku bigire ev weke dosyayên lezgîn nirxand, diyar kir ku wê esasa wê binirxîne û pirs li Tirkiyeyê kir. Li ser vê yekê dosyayê dewam kir."

BIRYAR BI YEKDENGÎ HATIYE GIRTIN

Newroz Ûysal bi bîr xist, 13'ê Mijdarê rûniştin hate kirin û anî ziman, wan hewl dan 3 salan dozê li DMME'yê bidomînin. Ûysal got, "Piştî 13'ê Mijdarê em li benda biryarekê bûn. Hefteya bihurî hate ragihandin ku biryar wê 7'ê Sibatê bê eşkerekirin. Ji ber ku ev yek li salvegera komkujiyê rast tê, em gihîştin wê baweriyê ku ev yek tercîheke bi zanebûne. Ji ber ku DMME ji dosyayan baş zane bê li wir kengî çi qewimiye. Biryareke ji 45 rûpelan dane. Biryareke ji bo qanihkirina raya giştî nivîsandine. Xaleke gelekî girîng heye; biryar bi yekdengiyê hatiye girtin. Dosya niha ji aliyê hiqûqa navxweyî ve li ber destê DDB e û DMME jî dibêje, 'Heta ku DDB biryarê nede ez ê biryarê nedim; bila biryarê bide, hûn jî piştre dikarin serî li min bidin an jî nedin'.

Parêzer Ûysal diyar kir, Dadgeha Destûra Bingehîn wê ji biryar û helwesta xwe ya beriya niha nekeve nava nêzîkatiyeke cuda.