Şoreşa Rojava li Syneyê hate pîrozkirin

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, salvegera şoreşa Rojava hate pîrozkirin. Nûnerên partiyên siyasî, parlamenter, Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, Hevserokên Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axivîn. Qisekeran diyar kirin ku Şoreşa Rojava ji bo gelên dinyayê bûye hêvî.

Ji Partiya Keskan a Awûstralyayê parlamenter Jaime Parker jî got, "Ji bo min cihê serbilindiyê ye ku di rojeke wiha watedar de bi we re me. Bi rêz û silav şoreşa Rojava silav dikim. Li binê posterê Birêz Ocalan ji we re diaxivim ku wî ev şoreş afirand. Ev yek ji bo min gelekî bi wate ye. Ya ku niha li dijî barbariya DAÎŞ'ê mirovahiyê diparêze hêza YPG û YPJ'ê ye."

Parker êrîşên dewleta Tirk ên dagirkerî û qirkirinê yên li Efrînê şermezar kir û anî ziman, tê xwestin ku ev pêkanîn li tevahiya Kurdistanê bê kirin.

Bi navê Yekîtiya Sosyalîst jî qisekerek axivî. Piştre fermandareke YPJ'ê bi rêya Skype axivî û qala têkoşîna xwe kir. Hozan Xanemîr û koma wî piştre derketin ser dikê.