Şoreşa Rojava bi zimanê Rûsî bû pirtûk

Komek ji ciwanan ên ji pîşeyên cuda yên ji Rûsyayê çû Rojavayê Kurdistanê û çavdêriyên xwe yên li ser jiyan û şoreşa Rojava kir pirtûk.

Koma ku li Rûsyayê ji xwe re dibêje "Kolektîfa Dostên Şoreşa Kurdistanê" û bi karê xwe yê di vî warî de tê naskirin, li ser Şoreşa Rojava bi navê "Jiyana bê dewlet: Şoreşa li Kurdistanê" pirtûkek nivîsand.

Pirtûk ji gotarên Maksîm Lebskî, Dîmîtrî Petrov, Dîmîtrî Orest û gelek kesên li Rojava û Rûsyayê li ser şoreşê nivîsandine, pêk tê. Nivîskarên pirtûkê, bi gotar û pirtûkên xwe yên li ser Kurdistanê (bi taybetî Rojava), dîroka Tirkiye û Yekîtiya Sowyetan tên naskirin.

Di pirtûkê de ji bilî çavdêrî û gotarên li ser Rojava, hevdîtinên bi nûnerên li qadên aborî, jinê û siyasî yên Rojava re hatine kirin, cih digirin.

Pirtûka ku di destpêka meha Tîrmehê de li Rûsyayê hate çapkirin, tê payin ku di demeke nêz de bi zimanên Kurdî û Tirkî jî bê tercûmekirin û weşandin.