Şêx Rehîm Alsaîdî: Divê Serok Abdullah Ocalan azad bibe

Serokê eşîra Al Saîldî û Serokê Partiya Kombûna ji bo Demokrasiyê ya Iraqê Şêx Rehîm Alsaîdî piştgiriya pêngava azadiyê kir û got: “Ramanên Serok Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd e.“

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di 10’ê Cotmehê de zêdetirî 100 navendên cîhanê hatibû destpêkirin her ku diçe berfireh dibe. Serokê eşîra Al Saîldî û Serokê Partiya Kombûna ji bo Demokrasiyê ya Iraqê Şêx Rehîm Alsaîdî piştgirî da pêngava azadiyê.

Şêx Rehîm Alsaîdî diyar kir ku bi hêvî û kêfxweş in ku ew piştgiriyê didin pêngavê û wiha axivî: “Pêngava xwedîderketina li heval, serok, ronakbîr û ramangerê mezin Abdulah Ocalan ji bo me cihê kêfxweşiyê ye.”

‘HIŞMENDIYA SEROK ABDULLAH OCALAN DIKIN HEDEF’

Şêx Rehîm Alsaîdî bal kişand bi sertecrîda mutleq a li Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Hêz û kesên li derveyî girtîgehê nizanin bê çi li ser Abdullah Ocalan çi siyaseta şerê taybet tê meşandin. Ev siyaset û planên têkbirinê dibe ku di encama wê de jiyana wî bixe metirsiyê. Bi taybetî hişmendî û mejiyê Serok Abdullah Ocalan ê afrînerî dikin hedef. Ji lewre ev siyaseta ku dewleta Tirk bi rêve dibe, cihê wê li peymanên mafên mirovan ên gerdûnî tuneye.”

‘RAMANÊN SEROK ABDULLAH OCALAN ÇARESERIYA ROJHILA NAVÎN E’

Şêx Rehîm Alsaîd anî ziman ku bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî pirsgirêka Kurd dikare bên çareserkirin.

DIVÊ ZEXT LI DEWLETA TIRK BÊ KIRIN

Şêx Rehîm Alsaîd azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest û got: “Divê dewleta Tirk Serok Abdullah Ocalan serbest berde. Em ji hemû hêzên pêşverû yên cîhanê daxwaz û hêvî dikin ku ji bo azadkirina Serok Abdulah Ocalan zextê li dewleta Tirk a netewperst û şovenîst bikin.”