Şervanên QSD'ê Nexweşxaneya Wetenî kontrol kirin
Şervanên QSD'ê li bajarê Tebqayê Nexweşxaneya Wetanî ya dikeve rojavayê bajêr xist bin kontrola xwe.
Şervanên QSD'ê li bajarê Tebqayê Nexweşxaneya Wetanî ya dikeve rojavayê bajêr xist bin kontrola xwe.
Li her sê taxên Tebqayê şer di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de didomin. Di şer de yek jê serçeteyê bi navê Ebû Mihemed El Qehtanî, 4 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Di şer de 3'ê şervanên QSD'ê birîndar bûn û Nexweşxaneya Wetenî ya dikeve rojavayê bajêr ket bin kontrola şervanan.
Di şerê li herêmê de 2 hawanên 120 mm û 2 BKC ketin destê şervanan.