Şervanê YPG'ê Canşer Raman li Kasselê hate bîranîn

Şervanê YPG'ê Canşer Raman ê li Minbicê şehîd bû, li Kasselê hate bîranîn.

Şervanê YPG'ê Haydar Tapkan (Canşer Raman) ku 26'ê Adarê li bajarê Minbic ê Bakurê Sûriyeyê şehîd bû, li bajarê Kassel ê Elmanyayê hate bîranîn.

Tevî malbata Tapkan gelek Kurdistanî tevlî merasîma bîranînê bûn ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate organîzekirin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê, endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Ewropayê Bavê Huseyîn axivî û got, "Şehîdên me rêya me ronî dikin. Em ê armanca wan pêk bînin."

Beşdarên merasîmê sersaxî ji malbata Tapkan xwestin.