Şêrejina Kurd Gulçîn Dîdar li çiyayê Şengalê destan nivîsand

Gulçîn a dilêr li wan çiyayên pîroz û dîrokî yên Şengalê tevî heval û hogirên xwe yên jîr û zana serê çeteyên DAÎŞ ê yên tundrew tewand, serketin bi dest xistin û bûn stêrkên azadiyê li ezmanê welatê rojê.

Qehreman û têkoşera çalakvan Gulçîn Dîdar bi temenê xwe yê ciwan di sala 2009'an de bi bîr û baweriyek pir mezin; bi azadiya jin û civakê beşdarî nava tevgera azadiyê dibe. Gulçîn keça dilgerm û tijî hestên welatparêziyê ji nava kolanên bajarê Kotola yê Rojhilatê Kurdistanê berê xwe da çiyayên azad û dibe şervanek jîr û şerker; ji bo ku xwe bi pîvanên jina azad re bike yekpare. Şehîd Gulçîn her tim bi hewldan û keda xwe ya bêhempa dixwest ku hevaltiya xwe ya bi Rêber Apo re bigihîne kemaliyetê û layiqî pêşeng û serkêşa gerîla Sara bibe. Hewldana qehreman Gulçîn her ew bû ku xwe bigihîne, temam heqîqeta jiyana azad û wekhev. Ji bo ku erka xwe ya pêşengtiyê pêk bîne û di şer û jiyanê de bibe nimûneya jina serhildêr û têkoşer.

Piştî ku bi salan li çiyayên Kurdistanê kar kir û bû jineke xwedî ezmûnên şer, di sala 2014'an de tevî hevalên xwe yên qehreman; berê xwe da Şengal a pîroz û bi hêrs û kînek mezin, bi ser çeteyên tundrew de çû. Hevala Gulçîn jinek pir ji xwe bawer bû, bi taybetî jî di şer de pir sivik û wêrek bû. Şehîd Gulçiya jinek rû li ken û şêrîn bû, ji xwe her cihê ku şerker Gulçîn li wir bûya, cihê kelecan û manewiyatek bilind bû. Hevrê Gulçîn Dîdar bi têkoşîn û çalakbûna xwe dixwest ku xwe têxe dilê heval û hogirên xwe û bibe xwedî berhemek mayendî ya şoreşa Kurdistanê. Şêre jina têkoşer Gulçîn ji bo min her her tim, cihê manewiyat û kelecana têkoşînê bûye; her çiqasî ku min ew ji bilî di wêneyan de nedîtiye jî lê her ji bo min cihê hêvî û baweriyê bûye û her ez hewl didim ku layiqî ked û têkoşîna wê bibim.

Heval û xwişka min Gulçîn her ji bo min bûye cihê hêz û baweriya bi serketina şoreşê û hiştiye ku ez bi xwe bawer bim; bi rastî her dema ku ez wek hevalek gaziyên şer di tevgerîna xwe de zorahiyê dibînim ez çeleng Gulçîn tînim bîra xwe û hêza moral û manewiyatê jê digirim. Bişenga çiyayê Ewrîna bajarê Kotolê Gulçîn a delal û bedew, berê xwe da çiyayê Kurdistanê û ber bi azadiyê ve beziya ji bo ku xwe bi Zîlan û Berbangan re bigihîne. Gulçîn a ji reseniya welatê xwedawend Şêrîn Elomihoyî ya ku di zindanên rejîma meleyên Îranê de li ber xwe da û bû jina qehreman û serhildêr. Gulçîn a dilêr li wan çiyayên pîroz û dîrokî yên Şengalê tevî heval û hogirên xwe yên jîr û zana serê çeteyên DAÎŞ ê yên tundrew tewand, serketin bi dest xistin û bûn stêrkên azadiyê li ezmanê welatê rojê.

Pêşeng û şêre jina xwedî bîr û baweriya bi azadiya jin û civakê Gulçîn Dîdar, her di nava hevalê xwe de bi kelecan û rûkeniya xwe dihate naskirin û bi qasî wê jî dihate hezkirin. Bi rastî jinên wiha bêhempa û resen her zindî ne û di bîra dîrokê de jî mayendî û her hene. Em jî her hewl didin ku bibin dilopek ji deryaya wan qehreman û ferîşteyan. Her çiqasî şensê min çênebû ku ez wê bişengê bibînim jî lê her û her wê di fikir û dilê min de; jiyan bike û wek volkanekê mezin dibe. Ez dixwazim ku layiqî kesayeta wê pêşengê bibim û di kesayeta xwe de, pîvan û zîrekiya wê pêk bînim û bibim şagirta wê delala çiya. Ez dixwazim ku bibim milîtanek Rêber Apo û şopdarê wan şehîdên pîroz û di bin fermana wan de têbikoşim.

…darê bibim û xwe bikim dilopek av ji deryaya meznahiya wê şêre jinê. Jina ku her tim bi ruhê Zîlanan li hemberî dijminê faşîst û xedar şer bike û tola salan a gelê xwe rake. Dema ku hevalên ku di şer û jiyanê de pê re mane qala bedewiya ruh, hizrîn û bedena wê dikin ez wek xwişka wê ya jê biçûktir, gelekî pê serbilind dibim. Her tim bi fikir û felsefa Rêber Apo ya jiyana azad û xwe gihandina pîvanên fermandar û pêşeng Bêrîtan bi pirensîba 'ya şer dike xweşik dibe û ya xweşik dibe tê hezkirin' tevdigeriya. Li gel ku jinek pir bedew bû jî her tim xwedî pîvanên jina azad tevgeriya û her di jiyanê de bû nimûe. Min her tim li çiyayên rojhilat temaşe dikir, jinek serhildêr derdikeve pêşberî me. Hevala Gulçîn her tim xwest ku bi navê xwe çîçekên azadiyê bi navê xwe li Kurdistanê biçîne. Her tim li pey heqîqetê beziya, heta ku Şengalek serbixwe û azad ava kirin. Ji bo gelê xwe her çiqas hêza me hebe, ji bo gel û welatê xwe, em ê bexîliyê nekin û bi hesanî feda bikin û bigihêjin şehîdên xwe yên qehreman. Em ê li ser şopa şehîdên giranbiha têkoşîna xwe bilind bikin û soza xwe ji şehîdan re pêk bînin. Cardin em soza xwe ji şehîdan re nû dikin û dibêjin em ê têkoşîna xwe bilind bikin û tola we ji dijmin û xayînan rakin.

Gulçîn Xoşmêr a xwişka şehîd Gulçîn Dîdar