Şêniyên kampa Lavrîonê li dijî biryara girtinê meşiyan
Biryara girtina kampa Lavrîon a li Yewnanîstanê, ku penaberên Kurd lê dijîn, bi çalakiyeke girseyî hate şermezarkirin.
Biryara girtina kampa Lavrîon a li Yewnanîstanê, ku penaberên Kurd lê dijîn, bi çalakiyeke girseyî hate şermezarkirin.
Li kampa Lavrîonê, ku bi qasî 300 penaber lê ne, ji 31'ê Tîrmehê û vir ve xizmeta tenduristiyê nayê dayin û alîkariya xwarinê lê hatiye birîn. Li kampê, ku piraniya penaberên lê jin û zarok in, di nava pirsgirêkên nebûna xwarinê û tenduristiyê de ne.
Piştî serdana Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim a meha Hezîranê, di meha Tîrmehê de biryar hatibû dayin ku kampa Lavrîonê were girtin. Şêniyên kampê, li dijî vê biryarê meşeke mezin pêk anîn. Di dema meşê de daxuyanî hate dayin û hat ragihandin, ku hevdîtinên li ser mijarê bi Wezareta Penaberiyê re hatin kirin, ti encam û çareserî bi xwe re neanî. Çalakgeran gotin, "Mixabin hikumeta Syrîza serê xwe li ber şantaja Erdogan tewandiye. Em dixwazin pirsgirêk tavilê bê çareserkirin û dawî li mexdûriyeta me were anîn."
Nûnerên Partiya Komunîst a Yewnanîstanê (KKE), Sendîkaya Karmendan (OLME), Konfederasyona Piştgiriya bi Penaberan re û aktîvîstên Yewnanîstanê jî beşdarî meşê bûn.
Li dijî biryara girtina kampê, wê roja 29'ê Îlonê li meydana Syntagma ya Atînayê meşek bê lidarxistin.