Şêniyên Alîagayê: Em ê keştiya mirinê rawestînin!

Bi sedan kesên li dijî keştiya Sao Paûlo ya bi metalên giran barkirî ya tê plankirin ku li Alîagayê ji hev de bê xistin, hatin bal hev, ev hişyarî kirin: “Em nêzîkatiya ku weke cihê xurdeyan bi Alîagayê re tê kirin red dikin. Em ê keştiyê bişewitînin."

Rêxistinên jîngeh, ked û pîşeyan ên bi banga Platforma Ked û Demokrasiyê ya Alîagayê hatin bal hev, bi daxwaza neanîna Tirkiyeyê ya keştiya Sao Paulo ya bi metalên giran û asbestê barkirî ya tê plankirin ku li Alîagayê ji hev de bê xistin, li navçeyê mîtîng li dar xistin.

Bi sedan kesên li ber Şaxê Alîaga yê Petrol-Îş’ê civiyan, heta bi Qada Demokrasiyê meşiyan. Di meşê de pankartên li ser “Alîaga ne sergoyê cîhanê ye”, “Dest nede hewa û av û axa min” û “Ji bo tendurustiya karker, jîngeh û gel em keştiya mirinê rawestînin” nivîsandî hatin vekirin û dowîzên “Buhayê xwezayê nîn e” “Ji keştiya bi jehrî re bibêje na” hatin hilgirtin û diruşmên “Em xwe nakin sergoyê cîhanê” “Sermiyan! Dest nede xwezaya me” û “Xwe ker neke, biqîre, jîngeha paqij heq e” hatin berzkirin.

Di mîtîngê de hat aşkera kirin ku keştiya Sao Paulo ber bi Tirkiyeyê ve bi rê ketiye. Serokê Şaxê Emeklî Sen ê yê DÎSK’ê Sebahattîn Yeşîltepe ji bo ku keştiya bi jehrî nekeve nav behrên Tirkiyeyê banga piştgiriyê ji bo têkoşîna wan a rewa û biheq kir.

SONMEZ: ÊN LI ŞIRNEXÊ DARAN DIBIRIN JÎ HEMAN SÛCÎ DIKIN

Alîkarê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), yê Berpirsê Ekolojiyê Nacî Sonmez, wiha got: “Her dera Tirkiyeyê ji aliyê desthilata AKP’ê ve bûye sergoyê şirketên navneteweyî. Ji van navendan yek jê Alîaga ye. Desthilatdariyê vê carê rê da ku keştiya bi asbest li Alîagayê ji hev de bê xistin. Em ên ji bo ekolojiyê têdikoşin, ne Alîaga, ne Fatsa ne jî Şirnexê teslîmê desthilatê û sermayedaran nakin. Ên ku Şirnexê daran dibirin heman sûcî dikin. Em nîşan didin ku em ne şirîkê van sûcan in.”

ÛGÛR: EM Ê DAWIYÊ LI SERWERIYA QESRÊ BÎNIN

Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Cavît Ûgûr jî wiha got: “Ê ku vê keştiyê tîne vir Qesr bi xwe ye. Em ê dawiyê li serweriya Qesrê bînin.

HEWILDANÊN NAVNETEWEYÎ

Behiye Mûngan a li ser navê Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê axivî, destnîşan kir ku ji ber pirsgirêk têkildarê tenduristiyê ye herî pir wan eleqedar dike û ji bo keştî nekeve behrên li Tirkiyeyê ew ketine nav hewildanên navneteweyî.

Herî dawî, metinê hevpar ê mîtîngê li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ji aliyê Deniz Gultekîn ve hat xwendin.

Gultekîn diyar kir ku hêrs û azweriya kar patronên xistina ji hev de ya keştiyê ji tendurustiya karker û şêniyên Alîagayê ne giringtir e.

ALÎAGA NE CIHÊ XURDEYAN Ê CÎHANÊ YE

Gultekîn got ku keştiya Sao Paulo û keştiyên din ên bi jehrî li kû tên çêkirin bila li wir ji hev de bên xistin û wiha pê de çû: “Bila tesîsên jihevdexistinê yên Alîagayê baş werin kontrolkirin û şertên xebatê li gor tendurustî û ewlehiyê werin sererastkirin. Em vê keştiyê li Alîagayê naxwazin. Tu welatî, xistina ji hev de ya keştiyê negirtiye ser xwe, em jî ketina nav welatê me ya ve keştiyê qebûl nakin. Bila bi çavê sergoyê cîhanê li Alîagayê neyê nihêrtin. Ji zarokên xwe re hiştina bajar û welatekî mirov bikare lê bijî, berpirsyariya me ya dîrokî, mirovî û wijdanî ye.”