Şehîdên têkoşîna azadiyê li Rennesê hatin bîranîn
Gerîlayên HPG'ê û şervanê YPG'ê yên di demên cuda de şehîd bûn, li bajarê Rennes ê Fransayê ji aliyê meclîsa gel ve hatin bîranîn.
Gerîlayên HPG'ê û şervanê YPG'ê yên di demên cuda de şehîd bûn, li bajarê Rennes ê Fransayê ji aliyê meclîsa gel ve hatin bîranîn.
Gerîlayên HPG'ê Mûsa Arslan (Mahîr Akdenîz) û Taner Agar (Canfeda), şevanê YPG'ê Olivier le Clainche (Kendal Breizh) li bajarê Rennes ê Fransayê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Amara hate organîzekirin û malbatên şehîdan û bi sedan Kurdistanî tevlî bûn.
Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Hayrî Ûlûdag piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û diyar kir ku ji bo hêjayî bîranîna şehîdan bin, divê li her cihî têkoşînê geş bikin. Ûlûdag got, "Bila serê gelê Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be. Em bi şehîdên xwe serbilind in."
Merasîma bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê qediya.