Şehîdên têkoşîna azadiyê li Mannheîmê hatin bîranîn

Gerîla û şervanên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn, li bajarê Mannheîmê hatin bîranîn. Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Sariyildiz li vir axivî û bang kir, ku bi ruhê serhildanê çalakî werin lidarxistin.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, Fermandara YJA Starê Jînda Ozgur, şervanên YPG'ê Serhat Agirî û Çiya Serhed, şervana YPJ'ê Ozgur Amed, gerîlaya HPG'ê Bêrîtan Serhed, ji BOG'ê Hasan Alî û Ûlaş Bayraktaroglû, ji KKO Ayşe Denîz Karacagîl (Destan Temmûz) hatin bîranîn.

Civîna bîranînê ji aliyê NCDK, AGÎF, SKB, Meclîsa Jinê ya Ronahî û Bêrîvan ve hate organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre peyamên KKO, KGO, Partîzan, Komîsyona Malbatên Şehîdan (KOMAW) hatin xwendin û nûner axivîn.

'EM Ê XWESERIYA DEMOKRATÎK AVA BIKIN'

Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz li merasîma bîranînê axivî û got, "Ji bo em bibin bersiv ji şehîdan re, lazim e em li her derê bi ruhê serhildanê çalakiyan lidar bixin. Em ê hemû gel û baweriyên li Kurdistan û Tirkiyeyê li gel hev bigirin û xweseriya demokratîk ava bikin."

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Bijî biratiya gelan" qediya.