Şehîdên şoreşê li Swîsreyê hatin bîranîn

Li bajarên Bern, Lozan û Zurîchê yên Swîsreyê, şehîdên şoreşê bi civîn û merasîman hatin bîranîn.

Li bajarên Bern, Lozan û Zurîchê yên Swîsreyê, şervana MLKP'ê Ayşe Denîz Karacagîl (Destan Temmûz), şervanê BOG'ê Îbrahîm Tûfan Eroglûer (Hasan Alî) ku di 29'ê Gulanê de şehîd bûn û şehîda destpêkê ya YPJ'ê Silava (Meryem Mihemmed), ku di Gulana 2013'an de li Kantona Efrînê di şer de şehîd bû, hatin bîranîn.

BERN

Li ser banga MLKP û PYD'ê, ji bo bîranîna Ayşe Denîz Karacagîl, Îbrahîm Tûfan Eroglûer û meryem Mihemmed, bi sedan kes li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li hev civiyan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, bi rêya sînevîzyonê qala şehîd û şoreşa Rojava hate kirin. Dûre li ser navê PYD, MLKP, Komîsyona Malbatên Şehîdan û Partî Demokratî Kurdistan Îranê axaftin hate kirin. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya şoreşa rojava ji bo gelên herêmê. Peyama dayika Ayşe Denîz Karacagîl Nûray Karacagîl, ku piştî şehadeta keça xwe nivîsand, hate xwendin.

LOZAN

Li mala gel (Halkevî) ya Lozanê, bi beşdariya bi dehan kesî, şervana MLKP'ê Ayşe Denîz Karacagîl (Destan Temmûz), şervanê BOG'ê Îbrahîm Tûfan Eroglûer (Hasan Alî) ku di 29'ê Gulanê de li Reqayê di şerê dijî DAIŞ'ê de şehîd bûn, bi bîr anî.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre bi nîşandana sînevîzyonê dewam kir. Piştî axaftina li ser navê MLKP'ê daxuyanî hate dayin û hat gotin, "Hevrê Denîz û Tûfan, li dijî zilma DAIŞ'ê cihê xwe di nava tabûra enternasyonal de girtin û bi lehengî şer ikrin û şehîd bûn."

Hat destnîşankirin, ku ew ê serketinê diyarî şehîdan bikin û çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşman qediya.

ZURÎCH

Şervana MLKP'ê Destan Temmûz û şervanê BOG'ê Hasan Alî, ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li lokala EKM a Zurîchê ji aliyê bi dehan kesî ve hatin bîranîn.

Nûnerên MLKP, NCDK, HDK û Aûfbaû li vir axivîn. Qisekeran bal kişandin ser dilsoziya bi bîranîn û têkoşîna şehîdan re. Çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşman qediya.