Şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn: Em ê li ser rêya wan bimeşin

Qurbaniyên ku li Pirsûsê bi hevkariya çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk hatin qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bîranîn.

BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN PIRSÛSÊ

33 Rêwiyên Xeyalan ku di 20’ê tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrişa bombeyî ya ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate pêkanîn de hatin qetilkirin, li gelek bajaran li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

WAN

Yûnûs Emre Şen ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ya li Goristana Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hate bibîranîn. Hevserokê Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windarine re (MEBYA-DER) Yûsûf Dundar ê piştî rêzgirtinê di bîranînê de axivî û wiha got: “33 hevalên me yên jiyana xwe ji dest dan li dijî şerê li Kobanê ketin rê lê dijminên me ji van hevalên me tirsiyan. Em soz didin ku em ê di rêya wan de bimeşin.”

Di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî li Kolana Hunerê daxuyanî hate lidarxistin.  Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwedehiyê (Egîtîm Sen) ya Wanê Mûrat Atabay, anî ziman ku heta polîtîkayên necezakirinê neyên bidawîkirin wê heman komkujî bibin “qedera” vê erdnîgariyê û got: “Em careke din bang li rayedaran dikin, hevrûbûna bi paşerojê re û di encama lêkolîneke bibandor de faîl bên dîtin û cezakirin û feraseta edaleta civakî jinûve bê avakirin. Yekane rêya ku birînên me pê baş bibin ronîkirina komkujiyê ye. Em careke din tînin ziman ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo cezakirina berspirsyaran û ronîkirina komkujiyê ji roja ewil ve didomînin heta dawiyê berdewam bikin.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.

MÛŞ

Denîz Erol, Medalî Barûtçû û Serhat Devrîm ên li Pirsûsê hatin qetilkirin jî li ser gorên xwe yên li Goristana Taşo ya Mûşê hatin bibîranîn. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û malbat beşdarî bîranînê bûn. Temellî yê piştî rêzgirtinê axivî, ev tişt gotin: “Piştî serkeftina mezin a li Kobanê ji bo êşên li wir hatin jiyîn bidawî bikin û ji zarokan re pêlîstokan bişînin derketibûn rê. Di çanteyên wan de pêlîstok û derman hebûn. Lê li Pirsûsê hatin qetilkirn. Piştî vê komkujiyê kes nikare weke tiştek nebûyî pişta xwe bide û biçe. Dewletê du sal bûn dizanî ku ev hova DAÎŞ’ê bombeya zindî ye. Weke hovên din hat û mirov qetil kirin. Heta ku hemû têkiliyên pişt vê komkujiyê bên aşkerekirin, hemû kesên bûne şirîkê vî sûcî bên darizandin û dewlet bi hemû îhmalan hesab bide em ê bibin şopdarê wê.”

Piştî axaftinan qûrnefîl û pêlîstok danîn ser goran.

COLEMÊRG  

Yek ji 33 Rêwiyên Xeyalan ê jiyana xwe ji dest da Suleyman Aksû jî li ser gora xwe ya li goristana Taxa Ormanê ya navçeya Gevera Colemêrgê hate bibîranîn. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak, parlamenterê Colemêrgê Onûr Duşumez, KESK, TMMOB, Odeya Endezyarên Avahiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), DÎSK, DEM Partî, DBP, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

Parlak ê di bîranînê de axivî, diyar kir ku 33 Rêwiyên Xeyalan şehîdên “Şoreşa Rojava ne” û wiha got: “AKP’ê, desthilatê xwest ku hebûna gelê kurd û gelên li Rojava dijîn ji holê rake lê bi serneketin. Ne 10 sal 40 sal jî derbas bibin em ê hesaba vê komkujiyê bipirsin. Kesên ku van polîtîkayên qirêj dimeşînin dê tu car negihin armanca xwe. Em ê Suleyman Aksû û hevrêyên wî ji bîr nekin.”

Kûdret Aksû ya pişt re axivî jî spasiyên xwe pêşkeşî hemû kesên ku bi wan re ketin nava piştevaniyê kirin û anî ziman ku kurê wê ji bo ji zarokên Kobanê re bibe hêvî çû û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da. Dayik Aksû, bi lêv kir ku heta ku kujerên rast bibinînin dê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo herkesê edalet.” Piştî axaftinên nûnerên saziyan beşdarvanan qurnefîl û pêlîstok danîn ser gora Aksû.

Malbata Aksû, pişt re pêlîstokên ku danîn ser gorê li zarokan belav kir.  

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî Mûrat Yûrtgul û Emrûllah Akhamûr ên jiyana xwe ji dest dabûn li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Gelek kes tev li bîranîna ku li Goristana Malakaqo ya li navçeya Qoser a Mêrdînê hate lidarxistin bûn. Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Mêrdînê Salîh Kûday ê di bîranînê de axivî wiha got: “Heke Komkujiya Pirsûsê hatibûya ronîkirin tu komkujiyên din çênedibûn.” Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî wiha axivî: “Da pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin lê hêzên tarî li Pirsûsê xwestin wan xeyalan binax bikin. Lê îro bi milyonan hevrêyên wan ji bo ku vê xeyala wan pêk bînin têdikoşin.”

Apê Mûrat Yûrtgul, Yûsûf Yûrtgul jî ev tişt got: “Heke komkujiya Amedê hatibûya ronîkirin, Pirsûs çênedibû, Pirsûs hatibûya ronîkirin Komkujiya Gara Enqereyê çênedibû. Dewlet ji bo kurdan ji holê rakin tişta ji destê wan tê dikin. Ji me ditirsin lê em ê daxwaza xwe ya aştiyê bidomînin.” Dayika Mûrat Yûrtgul, Şemsa Yûrtgul a herî dawî axivî jî wiha got: “Mûrat ne tenê şehîdê min e, şehîdê we hemûyan e. 9 sal derbas bûn lê me hêj kujerên wan nedîtine. Bila êdî ciwan nemirin. Şehîdên xwe ji bîr nekin, neyên xapandin.” Dayik Yûrtgul ji kurê xwe Mûrat re helbest xwend û got “Rêya te rêya min e ez ê te tu caran ji bîr nekim.”  

Bîranîn bi danîna qûrnefîlan û duayên hatin xwendin bi dawî bû.

ENQERE  

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî bi boneya salvegera Komkujiya Pirsûse daxuyanî da. ÎHD’ê diyar kir ku çalakiya bombeyî sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Tê îdiakirin ku ji kesên tev li êrişê bûne 3 mirî ne û du jî ji wan fîrarî ne. Yekane bersûcê girtî Yakûp Şahîn di vê dozê de 34 caran bi cezayê hefsê yê muebeda girankirî hate cezakirin. Lê mixabin hêzên ku li pişt vê êrişî û hêzên pê dan kirin û tetîkkêşên rast tu caran nehatin aşkerekirin. Ev doz mixabin ji aliyê parazvanên mafên mirovan ve bêencam ma. Em weke parêzvanên mafên mirovan careke din êşa mirovên xwe yên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan di salvegera 9’emîn a komkujiyê de hîs dikin û bi malbatên wan re parve dikin.

ŞIRNEX  

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Cizîrê jî di salvegera Komkujiya Pirsûsê de Hogir Ozkan ê di komkujiyê de jiyana xwe ji desta li ser gora wî ya Goristana Asrî ya Cizîrê bi bîr anî. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê, Dayikên Aştiyê û nûnertiya MEBYA-DER a Şirnexê di bîr anînê de amade bûn.

Piştî duayan nûnerê MEBYA- DER'ê yê Şirnexê Serhat Kuçuk di bîranînê de axivî û bi bîr xist ku 33 kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest danê xwestine pêlîstokan ji zarokên li Kobanê re bibin û got ku ew ê komkujiyê û kesên jiyana xwe ji dest danê ji bîr nekin. Kuçuk dest nişan kir ku ew ê hertim şopdarê wan bin.  

STENBOL

Duygu Tuna, Îsmet Şeker û Cemîl Yildiz ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê li ser gotên xwe hatin bibîranîn.  

Girseyê di bîranînê de pankarta “Tu xeyal dê nîvco neminin” vekirin û dirûşmeyên “Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet” û “Dê hesabê Pirsûsê bê pirsîn” berz kirin. Di bîranînê de malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn û nûnerên saziyên civakî amade bûn. Hevseroka Giştî ya ESP’’ê Ozlem Gumuştaş,  Parlamenterê DEM’ Partiyê Kezban Konukçu, Hevseroka DEM Partiyê Murat Kalmaz û gelek kesên din amade bûn.

Endamê lijneya Navendî ya ESP’ê Adnan Ozcan, anî ziman ku kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan ji bo yekîtiya gelan ketibûn rê û wiha got: “Ji bo hevî û piştevaniyê berê xwe dan Kobanê. Ev rêwîtî li dijî kesên ku xwestin gelan bînin beramberî hev, seknek serbilindî bû. 9 sal in em bi zext, tundî, zilm, zordarî, girtin û îşkenceyê re rû bi rû man. Lê em têk neçûn. Ji neha û şûnde jî em serî natewînin. Em ê di 20’ê tîrmehê de navê rêhevalên xwe biqîrin û wan ji bîr nekin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukçu jî anî ziman ku ciwanên ku wan ew li Pirsûsê winda kirin remza têkoşîna wan bû û wiha axivî: “Ew hêvî û vîna têkoşina gelan a hevpar bû. Xwestin vê vînê têk bibin, lê bi ser neketin.”  

Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş  jî wiha got: “Bi hevkariya MÎT û DAÎŞ’ê bi bombeye êrîşî Navenda Çandê ya Amarayê kirin. Di êrîşê de 33 hevrêyên me qetil kirin. Em bi rêzdarî wan bibîr tînin. Wan li dijî kesên ku gotin ‘Kobanê ket ha ket’ ji bo heviya gelan berê xwe dan Kobanê. Wan mîrateya piştevanî û hevgirtina gelan ji me re hişt. Lêgerîna me ya edaletê dê ji Pirsûsê heta Geziyê, ji Geziyê heta Kobanê berdewam bike. Dê tu hevî û xeyalên me nîvro neminin.”

Polen Unlu û Hatice Ezgi Sadet, li Goristana Ihlamurkuyu ya navçeya Umraniyeyê li ser gotên xwe hatin bibîr anin. Di bîranînê de parlamentera DEM Partiyê, Çiçek Otlu, malbatên Pirsûsê û rêveberên Malên Gel amade bûn. Girseyê li vir jî pankarta “Dê tu xeyal nîvco nebînin” vekirin û dirûşmeyên “Dê hesabê Pirsûsê bê pirsîn” berz kirin.  

Vatan Budak jî li Goristana Kartal a navçeya Gaziosmanpaşayê hat bibîranîn. Malbat û gelek kesên din tev li bernameya bîranînê bûn. Li vir jî dirûşme berz kirin û axaftin hatin kirin.