Şehîdên Meha Gulanê li Heîlbronnê hatin bibîranîn
Li Heîlbronnê, ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê tûrnûvayeke futbolê hate lidarxistin.
Li Heîlbronnê, ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê tûrnûvayeke futbolê hate lidarxistin.
Kesên ku di têkoşîna azadiyê de, di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê di tûrnûvaya futbolê de hatin bibîranîn.
Tûrnûva ji hêla Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Heîlbronnê û Ciwanên Azad ve hate organîzekirin û 16 tîm tevlî bûn.
Ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin û Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Saît Ozturk axivî. Ozturk got: "Dema ku meha Gulanê tê gotin Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, rêberên şoreşger ên çepgir-sosyalîst ên Tirkiyeyî û Kuristanî Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya, Mûstafa Karasûngûr, Ozan Mizgîn û bi sedan şehîd têne bîra mirov. Eger îro Têkoşîna Azadiya Kurd ev çend serketinên mezin bi dest ve anîne bêguman para şehîdan di vê de gelek e. Bibîranîna wan, xwedîderketina li armancên wan beriya her tiştî peywira ciwanan e. Ev peywir tenê bi çalakiyên sporê nal ê di hemû qadên jiyanê de divê pêk were, werin bibîranîn û divê mirov li wan xwedî derbikeve. Xwedîdewrketina li wan bi pêkanîna daxwazên wan ên di jiyana pratîk de wê pêk were.’’
Di tûrnûvayê de tîma Baranspor bû yekemîn, Rojava spor bû duyemîn û Êzîdxan jî bû sêyemîn.
Bi qîrîna dirûşma 'Bijî Serok Apo' kûpa dan tîmên futbolê.