Şehîdên Kobanê li Mannheîmê hatin bîranîn

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, ji bo bîranîna şehîdên Kobanê civînek hate lidarxistin.

Civîna bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Mannehîmê pêk hat û ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî û Bêrîtan û Komîteya Rojava ve hate organîzekirin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Zozan Serhat axivî û bi bîr xist ku di destpêka şoreşa Rojava de Emerîka ya jî hêzeke din tine bû, gelê Kurd bi îrade û hêza xwe, bi îdeolojiya Ocalan li ser piyan e.

Serhat diyar kir, hêzên derve ji berê ve xiyanetê li Kurdan dikin û got, "Ji ber vê yekê em ê bi hêza xwe, bi îdeolojiya Rêberê xwe, bêyî ku pişta xwe bispêrin kesî em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Alî Kobanê piştre axivî û sersaxî ji xizmên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest.

Kobanê got, "Şehîd ronahiya rêya me ne û serketinên heyî bi saya şehîdan afirîn" û diyar kir, ew ê li ser şopa têkoşîna wan bin.

Civîna bîranînê piştî belavkirina xwarina xêrê bi dawî bû.