Şehîdên Bestayê li Hîldesheîmê hatin bîranîn

Şehîdên Bestayê li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê ji aliyê Komuna Jinê ya Meryem a Hîldesheîmê, Meclîsa Jinê ya Ronahî ya Hannoverê, Komuna Jinê ya Zozan Cûdî ya Wolfsbûrgê û Komîsyona Jinê ya Salzgîtterê ve hate organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Ji Komîsyona Jinê ya Salzgîtterê Hakîme Yoûsef li vir axivî û got, "Em nizanin bê bi çi rengî ji bo şehîdên xwe sondê bixwin, ji ber ku ne tiştekî hêsan e ku mirov layiqî wan bin. Em ê li ser şopa doza şervanên azadiyê bin. Û em ê bi felsefe û îdeolojiya Serok Apo li ser şopa şehîdên xwe bin."

Bi navê Tevgera Jinê jî axaftin hate kirin û hat destnîşankirin ku divê ew hê bi xurtî li dijî polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bisekinin.

Hevserokê Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) Bavê Husên jî li vir peyivî.

Hevserokê NAV-DEM'ê Tahir Koçer jî got, "Bi xurtkirina sekn û rêxistinbûna xwe em dikarin hêjayî wan bin. Em soz didin ku heta Rêberê me azad be em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Merasîma bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.