Şehîdê enternasyonalîst Prada li Madrîdê hate bîranîn

Ji bo şervanê enternasyonalîst Samûel Prada bi nasnav Baran ku di Berxwedana Serdemê ya dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Madrîdê merasîmeke olî hate kirin.

Ji bo şervanê enternasyonalîst Samûel Prada bi nasnav Baran ku di Berxwedana Serdemê ya dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li paytexta Spanya Madrîdê ji aliyê komîteya piştgiriya bi Efrînê re li dêreke Katolîk merasîmea cenaze hate lidarxistin.

Piştî merasîma bîranînê, bi navê Komîteya Piştgiriya bi Efrînê re axaftin hate kirin û hat gotin, wê ala Prada ti carî li erdê nemîne.

Di merasîmê de bê navber dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn.