Şehîd Silav, li Lozanê hate bibîranîn

Yekemîn şehîda YPJ’ê Silav (Meryem Mihemmed) a ku di Gulana 2013’an de li Kantona Efrînê ya Rojava jiyana xwe ji dest dabû, li Lozanê hate bibîranîn.

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê îro bi beşdariya bi dehan Kurdistanî û dostên wan li Navenda Civakî ya Kurdistaniyan a Demokratîk çalakiya bibîranîna şehîdên şoreşê hate lidarxistin. Bibîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftinan de yên li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan û PYD’ê hatin kirin, hat diyarkirin ku li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê wê berxwedana Kurdan bidome. Peyama “Em ê her dem girêdayî şehîdan bin û em ê li bibîranîna wan xwedî derkevin” hat dayîn.

Piştî sînevîzyona jiyan û têkoşîna Şehîd Silav, bibîranîn bi dawî bû.