Şaredariyên ku Ocalan kirin welatiyê xwe, li ber Tirkiyeyê rabûn

Şaredariyên Îtalyayê ku welatîbûna rûmetê dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nerazîbûn nîşanî zextên dewleta Tirk dan.

Hejmareke zêde rêxistinên civakî yên sivîl û şaredariyên Îtalyayê, ji bo zextên rejîma Tirk red bikin nameyek ji Serokwezîr Gîûseppe Conte û Wezîrê Karên Deve Lûîgî Dî Maîo re nivîsîn.

Di nameyê de ya bi îmzeya 16 organîzasyonan, hate bibîrxistin ku Ocalan 21 sal in li Îmraliyê li hucreyekê dîl tê girtin û hate destnîşankirin, şaredariyên ku welatîbûna rûmetê dane Ocalan bûne hedefa zextên dewleta Tirk.

Di nameyê de hate gotin, "Em zextên Tirkiyeyê yên li ser şaredariyên Îtalyayê red dikin" û hate bibîrxistin, piştî komunên Castelbottaccîo, Castel del Gîûdîce û Tûfara şaredaraiya Fossalto welatîbûna rûmetê dane Ocalan.

Di nameyê de hate gotin, "Di çarçoveya azadiya îfadeyê û siyasî de ji bo tevkariyê li aştiyê bikin, rê li ber destpêkirina danûstandina û çareseriya siyasî vebike wan welatîbûna rûmetê dane Birêz Ocalan."

Di nameyê de zextên rejîma Tirk ên li ser mûxalîfan bi taybetî yên li dijî Kurdan hatin bibîrxisitn û hate gotin, "Em ji hikumeta Îtalyayê dixwazin bi lez û bez zimandirêjiya Tirkiyeyê ya li dijî şaredariyên me red bike, ji Enqereyê bixwaze ku hurmetê nîşanî mafên Ocalan û girtiyên siyasî bide, hurmetê nîşanî îradeya şaredariyên Îtalyayê bide ku bi xweserî dikarin biryarên xwe werbigirin, hurmetê nîşanî destûra bingehîn a demokratîk a Îtalyayê bide."

Komuna Fossalto ya ser bi bajarê Campobasso yê herêma Molîseyê di 4'ê Adarê de ragihandibû ku wan welatîbûna rûmetê dane Ocalan. Piştî vê biryarê Wezareta Karên Derve ya Tirk di 6'ê Adarê de bi daxuyaniyekê gotibû, "Li dijî vê hewldanê û hewldanên gengaz ên dema bê, em ji rayedarên Îtalyayê hêvî dikin ku li dijî PKK'ê hevkariyê bikin."

Şaredariya Tûfara ya bajarê Campobasso di Çileya 2019'an de welatîbûna rûmetê dabû Ocalan. Beriya wê jî şaredariyên Campobasso, Castelbottaccîo, Palermo, Napolî, Palagonîa, Reggîo, Emîlîa, Rîace, Martano, Pînerolo heman biryar wergirtibûn.

Li binê nameya ku ji hikumeta Îtalyayê re hate şandin ev îmze hene:

Il Bene Comune – mensile culturale
Associazione Padre Giuseppe Tedeschi
Libera Molise
ANPI Molise
UDS Campobasso
Casa del Popolo di Campobasso
Casa del Popolo di Termoli
La Fonte – rivista mensile
Cita in visibili Termoli
Legambiente Molise
Ass: Solidarietà senza confini
Associazione primo marzo
Comune di Castelbottaccio
Comune di Castel del Giudice
Comune di Tufara
Comune di Fossalto