Şaredarên Misilman ên li Îngîltereyê: Divê Ocalan azad bibe

Yekîtiya Şaredarên Misilman ên Brîtanyayê gotin ku, “Divê Ocalan azad bibe û rola xwe bi cih bîne.”

Kampanyaya Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku sendîkayên li Îngîltereyê dane destpêkirin, roj roj mezintir û geştir dibe.

Li ser navê gelên Afrîkaya Başûr, rêxistina civakî ya bi navê Tevgera ji bo Afrîkaya Başûr piştî banga ‘Azadî ji bo Ocalan’, Yekîtiya Şaredarên Misilman ên Brîtanyayê jî banga ‘Azadî ji Ocalan re’ kirin.

‘DIVÊ OCALAN SERBEST BIBE Û ROLA XWE BI CIH BÎNE’

Serokê giştî yê Yekîtiya ku 120 şaredarên Misilman di bin banê wan de ne û Şaredarê Forestê Lîaqûat Alî xwest ku bila Ocalan serbest were berdan û ji bo aştî û demokrasiyê rola xwe bi cih bîne.

Alî bal kişand ser bi sedan şaredarên Kurd û endamên meclîsê yên ku hatine girtin û got ku ‘Divê girtiyên siyasî werin berdan, ji bo aştî û demokrasiyê ji nû ve muzakere werin destpêkirin.

Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal ê ku piştgiriyê dide kampanyaya azadiyê ya ji bo Ocalan, diyar kir ku bi gelên din re ew ê xebatên hevpar bikin.

BANGA JI BO RESEPSÎYONA DI 17’Ê KANÛNÊ DE

Şaredarê berê yê Harîngeyê û yek ji rayedarê kampanyaya ‘Edalet ji bo Kurdistanê’ Alî Gul Ozbek jî diyar kir ku banga Yekîtiya Şaredaran gelekî girîng e. Ozbek bang li hemû kesî kir ku bila tevlî resepsiyona ‘Edalet ji bo Kurdistanê’ bibin a ku ew ê di 17’ê Kanûnê de bi malovaniya endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Londrayê pêk were.