Şaraldi: Divê mirov li daxwaza parêzeran derkeve

Parêzer Seda Şaraldi serdana hevpîşeya xwe Ebru Timtîk kir, ku Timtîk bi daxwaza daraza dadmend ev 150 roj in di rojiya mirinê de ye.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) Ebrû Timtîk û Aytaç Unsal, ku li ser îfadeyên mikurhatiyekî cezayên giran li wan hate birîn, bi daxwaza dadmendiyê ketin rojiya mirinê. Tîmtîk ev 150 roj in û Unal jî ev 119 roj in di rojiya mirinê de ne. Parêzer Seda Şaraldi ku 29'ê Gulanê li Girtîgeha Nimro 9 a Silivrî serdana Tîmtîk kirî derbarê Timtîk got, herî dawî Timtîk bûbû 46 kîlo lê ji bo ku Timtîk nekarî xwe biwezinîne nizane ku niha çend kîlo ye. Şaraldi got di devê Timtîk de birîn derketiye, devê ziwa dibe pişta wê diêşe, her wiha stû û movikên wê diêşin.

 Şaraldi diyar kir, Timtîk li gel vê pêvajoya giran jî moralê wê baş e û i ber xwe dide. Şaraldi wiha got: ''Bi taybetî got, ew ji bo ku dadmendiyê dixwazin di rojiya mirinê de ne. Diyar kir di heman lêpirsînê de doz li gelek mirovan hatine vekirin lê cezayê pêşî li parêzeran birîne, ev operasyon bi giştî çavtirsandinek û êrîşeke  li ser parastinê ye. Ji vî alî ve ne tenê ji bo darizandineke dadmend, diyar kir ew li dijî êrîşa li ser pîşeyê parastinê li ber xwe dide.''

Birayê Timtîk Barkin Timtîk û parêzer Oya Aslan jî, ku bi Ebrû Timtîk re ji heman dozê têne darizandin, ji 10'ê Gulanê ve ji bo destekê di girêva birçîbûnê de ne. Şaraldi diyar kir Barkin bi xwîşka xwe re di heman hicreyê de ye. Şaraldi ku bi Barkin Timtîk û Oya Aslan re hev dîtî got, dixwaze daxwaza wan bi lezgînî were qebûlkirin.

Şaraldi diyar kir rewşa Timtîk her ku diçe giran dibe di serî de muxalefeta civakî bang li her kesî kir ku xwedî li parêzeran derkevin.

Şaraldi her wiha xwest ku demildest daxwaza dadmendiyê ya parêzeran bi cih were.