Şandeya Şengalê li gel PYD’ê jî civiya

Şandeya ku ji rêveberiya Xweser a Şengalê û PADÊ pêk dihat, li gel nûnerên PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê civiya.

Şandeya Şengalê ya di çarçoveya serdanên xwe yên ji bo partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de serdana Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir.

Şandeya Şengalê ku pêk hatibû ji berpirsê rêxistina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî, berpirsê pêywendiyan ê PADÊ û Hewserokê Desteya Rêveber a Encûmena Şengalê Qasim Xelef, serdana PYD a Başûrê Kurdistanê kir.

Şandeya Şengalê ji aliyê nûnerê PYD’ê Îbrahîm Hesen ve li bajarê Silêmanî hate pêşwazîkirin û li ser êrîşên dagirkeriyê ya li ser Şengalê û aramniya herêmê gotûbêj hatin kirin. Di civînê de her du aliyan anî ziman ku wê alîkariya hev bike û ji bo çereseriya pirsgirêkan jî di nava têkiliyan de bin.