Şandeya Mexmûrê ji hêla PDK’ê ve hatin astengkirin

Şandeyek ji Mexmûrê ku xwestin biçin sersaxiya konê şînê yê malbata sê birayên ku di encama êrişa çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hêzên PDK’ê ve li benda kontrolê hatin astengkirin. Şandeyê helwesta PDK’ê şermezar û rexne kir.

Li gundê Xidirce yê bi ser Dîbega ve ji bo sê birayên di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, konê şînê hate danîn. Şandeyek ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rutem Cûdî (Mexmûr) ji bo biçe sersaxiya konê şînê ji aliyê çekdarên PDK’ê li benda kontrolê hatin astengkirin. Tevî hemû hewldanên şandeya Mexmûrê û malbata şînê, çekdarên PDK’ê rê neda ku şande biçe konê şînê û êşa malbatê parve bike.

Li ser helwesta çekdarên PDK’ê, şandeyê li wargehê daxuyaniyek da. Di di daxuyaniyê de endamê şandeyê Mele Elî Sipêrtî axivî û helwesta çekdarên PDK’ê şermezar kir. Sipêrtî di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata sê birayan re xwest û got: “Berî her tişî sersaxiyê ji malbata şehîdên nemir zarokên Mam Hecî Îsmaîl û pêşmergeyên giyanê xwe ji dest dane re dixwazim. Em tu cudahiyê naxin nava tu kesê, çi pêşmerge, çi gerîla û çi welatpêrz bin. Ligel me hemû yekîn. Li ber giyanê hemû şehîdan em bejna xwe ditewînin.”

Di berdewama axaftina xwe de Sipêrtî anî ziman ku wan tenê xwestiye biçin konê şînê û bibin hevparê êşa malbatê. Bi domdarî Sipêrtî, wiha got: “Têkiliya me bi malbata şehîd re heye û ev têkiliya me berdewam dike. Temê armanca me ew bû ku em bibin hevparê îşa malbatê, lê ligel hemû hewldanan jî çekdarên PDK’ê rêya me astengkir û nehiştin ku em êşa malbata xwe bi hevre parve bikin. Carek din em vê helwesta çekdarên PDK’ê şermezar û rexne dikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAÎŞ’ê di 3 Mijdarê de êrîşî li ser gundê Xidirce yê girêdayî navçeya Mexmûrê kirin û di encama êrîşê de sê birayan jiyana xwe ji dest da. Piştî êrîşê pêşmerge ber bi gund ve ketin rê. Li ser rêya gund çeteyên DAÎŞ’ê kemîn danîn û divê kemînê de jî 10 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da.