Şandeya Meclîsa Bajêr a Kerkûkê li Enqereyê ye
Piştî civîna destpêkê ya fermî ya Meclîsa Bajêr a Kerkûkê, şandeyek li ser daxwaza Tirkiyeyê çû Enqereyê. Şande ji Rekan Cibûrî ku wekîlê Waliyê Kerkûkê ye û ji endamên Eniya Tirkmen pêk tê.
Piştî civîna destpêkê ya fermî ya Meclîsa Bajêr a Kerkûkê, şandeyek li ser daxwaza Tirkiyeyê çû Enqereyê. Şande ji Rekan Cibûrî ku wekîlê Waliyê Kerkûkê ye û ji endamên Eniya Tirkmen pêk tê.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, piştî civîna destpêkê ya Meclîsa Bajêr a Kerkûkê ku 11'ê Tîrmehê pêk anî, Rekan Cibûrî yê ku wekîlê waliyê Kerkûkê ye, tevî endamên Eniya Tirkmen ên Meclîsa Bajêr a Kerkûkê li ser daxwaza dewleta Tirk çû Tirikyeyê.
Şandeya ji Serokê Tifaqa Siyade Xemis Xencer, Rekan Cibûrî û endamên Meclîsa Bajêr a Kerkûkê yên ji Eniya Tirkmen serdana Enqereyê kir.
Çavkaniyeke ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku şande li Enqereyê ye û nediyar e bê kengî vegere.