Îtalyaniyan ji bo Rojava çalakiya xwedîderketinê pêk anîn

Li paytexta Îtalya Romayê Îtalyaniyan ji bo Rojava çalakiya piştevaniyê pêk anîn.

Li paytexta Îtalya Romayê Îtalyanan li Mala çandê ya Macchîa Rossa Maglîana çalakiyek piştevaniya Rojava pêk anîn.

Dostên Kurd ên Îtalyanî piştî destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyên cihêreng pêk tînin.

Ji bo piştevaniya bi Heyva Sor a Kurdistanê re çalakiya "Una zuppa per Rojava" (Şorbeyek ji bo Rojava) li her devera Îtalyayê belav dibe.

Îtalyanan li paytext Romayê konferansek bi xwarinê pêk anîn û hatineyên wê radestî Heyva Sor kirin.

Rêveberên saziyê diyar kirin ku divê civaka Îtalyayê li berxwedana rûmetê ya Kurdan bibin xwedî û gotin, "Divê têkiliyên bazirganî, leşkerî yên bi Erdogan re hatine kirin tavilê bên rawestandin."