Îtalyanan Konsolosxaneya Tirk a li Vedenikê dagir kirin

Komek ji Îtalyanan, li bajarê Venedik ê Îtalyayê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, Konsolosxaneya Tirk dagir kirin.

Komek ji Îtalyanan, danê sibehê li konsolosxaneya Tirk a li komuna Mestre ya Venedikê çalakiyek pêk anîn.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Efrînê biparêze", "Terorîst Erdoğan" hatin vekirin û plaketa konsolosxaneya Tirk a li dîwêr daliqandî bi rengê sor hate boyaxkirin. Çalakgeran li ber tabelaya ku boyaxkirin, ala PKK'ê vekirin.

Çalakgeran diyar kirin ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ'ê du meh in êrîşî Efrînê dikin û ji hikumeta Romayê xwest, ji bo pêşîgirtina li bomberdûmanê bikeve nava liv û tevgerê.