Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, rapora xwe ya sala 2017'an li paytext Berlînê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn Hans-Georg-Maassen û Wezîrê Karên Hundir Horst Seehefer tevlî civînê bûn. Di raporê de li ser sazî û organîzasyonên ku li Elmanyayê tên şopandin agahî hatin dayin.
Rapora ku her sal tê eşkerekirin, îsal ji 359 rûpelan pêk hat. Di raporê de ji Kurdan û PKK'ê re 30 rûpel hatin veqetandin. Ji bo PKK'ê jî wiha hate gotin: "Di nava rêxistinên biyanî yên radîkal de yên li Elmanyayê kar dikin, a herî xurt". Di raporê de hate diyarkirin ku PKK li gorî salên bihurî hêza xwe parastiye û hejmara "endam û alîgirên" PKK'ê yên li Elmanyayê 14.500 kes e. Par hatibû îdîakirin ku ev hejmar 14 hezar e.
Li gorî salên bihurî, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) û saziya Azadî ku ji bo mafên girtiyên Kurd têdikoşe, îsal hîn bêhtir hedef hatin nîşandan û hatin krîmînalîzekirin.
Raporê cih da çalakî û festîvalên Kurdistaniyan ên li Elmanyayê û hate îdîakirin ku ev çalakî ji aliyê PKK'ê ve tên organîzekirin û mijara bingehîn a çalakiyan jî rewşa Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li herêmên Kurdan e.
Di raporê de fermannameya Wezareta Karên Hundir a 2'ê Adara 2017'an hate parastin ku alên PYD, YPG û YPJ jî di nav de gelek sembol hatin qedexekirin û êrîşa 4'ê Mijdara 2017'an a li Dusseldorfê li dijî Kurdan di xwepêşandanê de hate kirin, biryareke 'rast 'e.
Li gorî îstîxbaratê, ciwanên Kurd li nava înternetê têkoşîna Kurdan dişopînin û xwe bi rêxistin dikin. Di raporê de hate ragihandin ku ciwan bi taybetî dikevin bin bandora têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û tevlî nava refên PKK'ê dibin. Çalakî û xwepêşandanên ciwanên Kurd ên bi destûrê tên lidarxistin jî hatin krîmînalîzekirin.
Îstîxbaratê îdîa kir ku PKK'ê li Elmanyayê ji sala 2016'an bêhtir alîkarî kom kiriye û pereyê hatine komkirin ji Bakurê Sûiryeyê û Bakurê Iraqê re ji hêzên Kurd ên li dijî DAÎŞ'ê têdikoşin re hatine şandin.
Li gorî îstîxbarata Elman, zêdebûna alîkariyê ji ber operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk ên li herêmên Kurdan e.
LI DIJÎ SAZIYÊN KURDAN ZIMANÊ DEWLETA TIRK HATE BIKARANÎN
Di rapora îstîxbaratê de saziyên Kurd ên li Elmanyayê bi fermî dixebitin hedef hatin nîşandan. Balkêş e bi zimanê dewleta Tirk işaret bi saziyan hate kirin. Îstîxbaratê îdîa kir ku PK gelek amûrên medyayê bi kar tîne û bi vî rengî dixwaze bandorê li Kurdên li Elmanyayê bike.
Di rapora îstîxbaratê de ji bo rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hate gotin, "Rojnameya rojane ya PKK'ê", ji bo ANF'ê jî hate gotin, "Ajansa nûçeyan a nêzî PKK'ê". Di raporê de yekemcar ajansa me û nûçegihanên me hedef hatin nîşandan û wiha hate gotin:
"Organîzasyona ANF ku navenda wê li Hollanda ye, di çarçoveya isyaseta agahdarkirinê de bi nûçegihanên xwe yên li Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye û welatên Ewropayê kar dike. Ajans bi rojane bi Tirkî, Kurdî, Îngilîzî, Spanyolî, Erebî û Farsî weşanê dike."
Di rapora îstîxbarata Elman de li ser dozên li siyasetmedarên Kurd hatine vekirin, bi îdîaya "rêveberiya PKK'ê" agahî hate dayin. Îstîxbaratê berevajî rayedarên hikumeta federal a bi serokwezaretiya Merkel, ji bo PKK'ê gotina "rêxistina terorê" bi kar neanî.
PKK ji sala 1993'an û vir ve li Elmanyayê rêxistineke qedexekirî ye. Tevî ku ji hingî ve li ser navê PK'ê ti kar nehatiye kirin jî, îstîxbarata Elman karê saziyên Kurdan careke din kir malê PKK'ê.
MÎT NÛNERTIYÊN TIRKIYEYÊ BI KAR TÎNE
Li gorî salek beriy aniha di rapora sala 2017'an de jî hate ragihandin ku saziya îstîxbarata Tirk MÎT li Elmanyayê kar dike. Hate ragihandin ku MÎT a di bin kontrola Erdogan de ye agahiyan kom dike û j ibo vê jî nûnertiyên fermî yên dewleta Tirk weke sefaretxaneya bilind û konsolosxaneyan bi kar tîne.