Îstixbarata Îranê nasnameya êrîşkarên li Tehranê eşkere kir

Wezareta Îstixbaratê ya Îranê, nasnameya 5 ji êrîşkarên li Tehranê eşkere kir û ragihand, êrîş welatiyên Îranê ne.

Wezareta Îtlaat (Îstîxbarat) a Îranê ragihand, kesên duh êrîşî avahiya parlamentê û gora yek ji lîderên olî yên Îranê Ayetûllah Hûmeynî kirine, welatiyên Îranê ne.

Wezaretê diyar kir, êrîşkar di demên cuda de tevlî DAIŞ'ê bûne, li Mûsil û Reqayê şer kirine û par bi fermandariya serçeteyê bi navê Ebû Eyşe vegeriyane Îranê. Wezaretê îdîa kir, kesê bi navê Ebû Eyşe piştre reviya ye.

Wezaretê da xuyakirin, ku navê êrîşkaran Ramîn, Siryas, Ferîdûn, Keyyûm û Ebû Cehad in, lê belê ji ber 'sedemên ewlekariyê' paşnavê wan û bajarên lê ji dayik bûne, eşkere nake. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, jineke gumanbar jî hatiye binçavkirin.

Hatibû eşkerekirin, ku li Tehranê di êrîşan de 6 kes hatine kuştin. Balkêş e navê yek ji kesên hatine kuştin nehatiye eşkerekirin.