Îrmez êrîşên qirker ên AKP’ê li Meclîsê got

Parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez di hevdîtinên bûdçeyê de axivî, behsa êrîşên qirker ên AKP’ê kir û got, ‘’Hostayên berdestikên niha li ser sergoya dîrokê ne’’.

Parlamentera Şirnexê ya HDP’ê Aycan Îrmez li Meclîsê di hevdîtinên li ser bûdçeyê de axivî.

Îrmez di axaftina xwe diyar kir ku ew di pêvajoyeke wiha de dijin ku li Tirkiyê Rewşa Awarte û li Kurdistanê jî Rêveberiya Jidiyayî serwer e.

‘TANG KETIN BAJARAN Û ZEMÎN JI DARBEYÊ RE HAZIR KIRIN’

Îrmez bi domdarî pirs kir bê ka çawa hatine vê rewşa niha ya berdest a ku di hêla dîplomatîk, aborî û siyasî de kaos bi xwe re aniye û got destpêka vê dikare weke bidawîanîna ‘pêvajoya çareseriyê’ ya ji hêla hikûmetê ve were destnîşankirin.

Îrmez bal kişande ser ‘Plana Çokşikandinê’ ya hikûmetê û got bi hesabên wiha ku rehmê li darbeyan dixwînin derb li hêviya jiyana hevpar hatiye xistin, derb li demokrasî, aboriyê û têkiliyên derve hatiye xistin û her wiha li vîna Meclîsê û got, ‘’Jixwe piştî ku tang ketin bajaran û pêvajoya dorpêçê ya hovitiya mezin dest pê kir, ev bû sedem ku hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê bi xwe re bîne.’’

BEHSA ERÎŞÊN QIRKER KIR

Îrmez di axaftina xwe de bal kişande ser polîtîkayên dewleta Tirk ên hilweşandin, şewitandina bajarên Kurdistanê û got Taybet Înan a dayika 11 zarokan cenazeye wê heftiyekê li erdê hate hiştin, diyar kir ku Hevserokên Meclîsa Gel ên Cizîrê Mehmet Tûnc û Asya Yuksel jî di nav de ji 150 mirovî zêdetir mirov li jêrzemînên Cizîrê bi saxî hatine şewitandin, ji ber ku cenazeya Cemîla Çagirca nekarî were veşartin bi rojan di dolaba qeşayê de hatiye hiştin.

Îrmez bal kişande ser kuştina sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar û got hikûmetê AKP’ê bi van polîtîkayên xwe derbek li daxwaza jiyana hevpar xistiye.

Îrmez bi domdarî got, ‘’Di ser pêvajoya ablûkayê re 2 sal derbas bûn. Kurdistan bi şertên rêveberiya jidiyayî tê rêvebirin. Desthilatdariyeke wiha li pêşberî me heye ku bi tirs û xofê dixwaze xwe bidomîne’’ û bal kişande kuştina zarok û mirovên yixtiyar ên Kurd ên bi wesayitên zirxî yê polîs û leşkeran, ku bi rengê ‘qeza’yê pêk tînin.

‘HOSTAYÊN WAN LI SER SERGOYÊ NE’

Îrmez polîtîkayên şer ên rêveberiyên berê bi bîr xist û got, ‘’tirs û pêewlenebûna ku hûn belav dikin wê li we vegere. Çima hûn dizanin? Dîroka nêz nîşan da bê ku desthilatdariyên ku salên 90’î ev rêbaz ceribandin çi bi serê wan hat. Hostayên berdestikên niha li ser sergoya dîrokê ne.’’

‘85 JI SEDÎ YÊ ŞIRNEXÊ HATE HILWEŞANDIN’

Îrmez herî dawî bal kişande ser Şirnexê, diyar kir ku 85 ji 100’î yê Şirnexê hatiye hilweşandin, bi TOKÎ’yê, bş îhaleyên vexwendinê li Silopya, Cizîr, Şirnexê li ser gel tundiya aborî tê kirin û got, ‘’Heta ku hûn dev ji van polîtîkayên xwe neqerin ti caran hûn ê nikaribin gel bi xwe bidin hezkirin.’’