Îran û Iraq dicivin, Tirkiye ji ya xwe vegeriya

Parlamentên Iraq û Îranê ji bo nirxandina referandûma li Başûrê Kurdistanê dicivin. Tirkiye jî ji 'pêkanînên aboriyê' vegeriya.

Parlamentên Iraq û Îranê, ji bo nirxandina referandûma li Başûrê Kurdistanê dicivin. Parlamenta Iraqê, ji bo mijara referandûmê binirxîne, îro bi beşdariya Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî li hev dicive. Tê gotin, di civînê de wê gavên li dijî referandûmê werin avêtin bên nirxandin.

Parlamenta Îranê jî ji bo nirxandina mijara referandûmê, îro civîneke li çapemeniyê girtî pêk tîne. Tê gotin, endamên Şûreya Ewlekariya Milî ya Îranê jî tevlî vê rûniştinê bibe. Serokê Parlamenta Îranê Alî Larîcanê duh ji televîzyona dewletê re axivî û referandûm weke 'provokasyonê' bi nav kiribû.

Alîkarê Duyemîn ê Serokê Parlamenta Îranê Alî Mûteherî jî li ser referandûmê got, "Divê mirov bi hestewarî tevnegerin." Mûteherî li ser nerazîbûnên tund ên Tirkiyeyê jî gotibû, ew bi fikar e. Mûteherî got, "Gumanên min li ser helwesta tund a Tirkiyeyê hene. Divê Îran bisekine û bibîne bê çi wê derkeve holê."

Wekî din, Wezîrê Aboriyê yê Tirk Nîhat Zeybekçî anî ziman, ku gotina ambargoya aborî ya li ser Başûrê Kurdistanê "gotineke xetere ye". Zeybekçî got, "Em ê karên xwe yên bazirganî û aboriyê bidomînin." Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî gotibû, "Wê Xabûr neyê girtin."