ÎRA'yê karnameya çapemaniyê ya Tirkiyeyê ragihand
Însiyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pîroz kir û bal kişande ser karnameya reş a Tirkiyeyê. Însiyatîfê got: "Karnameya çapemeniyê ya Tirkiyeyê bûye reşê qetranî."
Însiyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pîroz kir û bal kişande ser karnameya reş a Tirkiyeyê. Însiyatîfê got: "Karnameya çapemeniyê ya Tirkiyeyê bûye reşê qetranî."
Însiyatifa Rojnamevanên Azad, bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê rapora Nisanê eşkere kir û diyar kir, di 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de li Tirkiye 168 rojnamevan di girtîgehê de ne. Li Stenbolê jî komek rojnamevan daxuyanî dan û 3'ê Gulanê li rojnamevanên girtî piroz kirin.
Însiyatifa Rojnamevanên Azad, bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya apemeniya Cîhanê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî û rapora Nîsanê eşkere kir. Li ser navê rojnamevanan Berdekê Însiyatîfa Rojnamevanên Azad Hakki Boltan daxuyanî xwend. Boltan, berî her tiştî 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li hemû rojnamevanan pîroz kir û wiha got: "Neteweyên Yekbûyî di sala 1993'an da ji bo azadî û serxwebûna çapemeniyê 3'ê Gulanê wekî Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê îlan kir. Lê ew qas sal derbas bûn, azadiya çapemeniyê ku pîvanên herî sereke ya demokrasiyê ye pirsgirêka mezin e. "
Boltan anî ziman, dema li rewşa çapemeniyê dinerin dibêjin mixabin çapemenî ne azad e û wiha got: "Sal 2017 û hê rojnamevan tên kuştin, girtin, binçavkirin, îşkence li wan tê kirin. Rojnamevan tên darizandin û cezakirin. Li Tirkiye ev rewş xerabtir e. Li şûna rewş baş bibe her ku diçe xerabtir dibe. Tirkiye di nava welatê ewropa de di rêza dawî de û di cîhanêde ber bi dawî ve diçe. Bi taybetî piştî 15'ê tirmehê îktîdarê her tişt xist lehê xwe û zextên li ser çapemeniya muxalif zêdetir kir. Bê navber çapemeniya muxalif bêdeng dike. Rewşa heyî qet nebaş e. Karnameya çapemeniyê ya Tirkiye di nava tariyê de ye. Me meha Nîsanê jî dîsa bi îhlalên çapemeniyê li pey xwe hişt. Dîsa rojnamevan hatin binçavkirin, girtin, rastî ceza hatin û rastî êrîş û lêdanê hatin. Dîsa rojnamevan hatin dersînorkirin. "
LI TIRKIYE 168 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE
Boltan da zanîn, ku Tirkiye di qada rojnamevanên girti de dîsa di lîsta sereke ya cîhanê de cih digire û wiha dewam kir: "Li Tirkiye 168 rojnamevan girtî ne. Ji ber ku wekî îktîdarê nafikirin bi sucdariya "terorê" tên tawanbarkirin û roja 3'ê Gulanê Azadiya Çapemeniyê li girtîgehan de pêşwazî dikin. Dema ku mirov li tabloya meha nîsanê binere îhlalên çapemeniyê ya Nîsana 2017'an a li Tirkiye wiha ye:
* 13 rojnamevan hatin binçavkirin.
* 2 rojnamevan hatin girtin.
* Der barê 53 rojnamevanan de doz hat vekirin.
* 33 rojnamevan hatin darizandin.
* 8 rojnamevan rastî cezayê girtîgeh û pereyan hatin. 8 rojnamevan bi giştî rastî 15 sal û 1 meh û 14 roj cezayê girtîgehê û 147 hezar TL cezayê pereyan hatin.
* Wikipedia û 3 malperên nûçeyan bi giştî 10 caran ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanînê ve hat astengkirin.
* Avahiya Kovarekê û avahiya malpera nûçeyan rasti serdegirtinê hat û lêgerîn hat kirin.
* Rojnamevanek hat dersînorkirin.
* Bi Biryarnameya bi hejmara 689'an rojnameyek û kovarek hat girtin û mohrkirin.
* Di şopandina nûçeyan de 3 rojnamevan birîndar bûn.
* Rojnamevanek rastî êrîşê hat û mala rojnagereki hat gulebarankirin.
* Di encama êrîşa balafirên TSK’ê û topbaranê de li Şengal û Rojava avahiyên 3 radyoyan hatin rûxandin.
* Rojnamevanek girtî jî hat berdan.
ROJNAMEVANÎ NE SÛC E
Boltan herî dawî anî ziman ku rojnamevanî ne sûc e û wiha bi dawî kir: "Ev tablo di roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de di vê serdemê de li vî welatî nayê. Divê neyê ji bîr kirin Rojnamevanî qet ne sûc e û nabe sûc. Tu carî mafê civakê yê agahdarkirinê divê neyê astengkirin. Bi hêviya zextên li ser hemû çapemeniyê bi dawî bibin û hemû rojnamevanên girtî bên berdan li hemû hempişeyên me yên rojnamevan 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pîroz be."