Yekîneyên Tolhildanê rêze çalakî kirin-NÛ BÛ

Yekîneyên Tolhildanê li Amed, Wan, Stenbol û Mêrsînê li dijî polis û hevkarên wan rêze çalaki kirin.

Bi daxuyaniyeke nivîskî Yekîneyên Tolhildanê li ser çalakiyên 3 rojên dawî agahî parve kirin.

Di daxuyaniyê de peyama wê faşîzma AKP/MHP’ê hilweşînin hate dayîn û ev hate gotin: “Têkoşîna me vegeriyaye berxwedana antî-faşîzmê. Ev berxwedana me wê bibe hilweşandina faşîzmê, Kurdistaneke azad û Tirkiyeyeke demokratik. Em bi  girêdanabûna xwe ya bi Rêber Apo û partiya xwe PKK’ê re dijîn.”

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“AMED

Yekîneyên Şehîd Savaş Amed û Şehîd Sakîne Cansiz, 14’ê Mijdarê li taxa Kanaryatepe ya navçeya Rezan a Amedê li dijî polîsan çalakiyeke bombeyî hate kirin.  Di vê çalakiyê de hate dîtin ku gelek polîs birîndar bûn, tevî ku dijmin dever xiste dorpêçê jî yekîneyên me bê ku windahî bidin ji qadê vekişiyane.

WAN

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Nûma Amed û Şehîd Delal Amed, 12’ê Mijdarê li taxên Stasyon, Abdurahmangazî û Akkoprû yên girêdayî Tûşba ya Wanê 1 kamyon, 6 wesayît ên girêdayî  hevkarên faşîzma AKP/MHP’ê bi armanca hişyariyê şewitandin. Wesayît di encama çalakiyê de bi temamî bêkêr bûn.

STENBOL

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed, 13’ê Mijdarê li dijî wesayîta polîsan a li Kartal Yakacik a Stenbolê dewriye digeriya çalakiyek bi molotofê hate kirin. Di çalakiyê de ziyan gihişte wesayîtê.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed, li Eyûb a Stenbolê li dijî ehvkarên dijmin 4 wesayît hatin şewitandin û bê kêr bûn.

MÊRSÎN

YekîneyaTolhildanê ya Şehîd Savaş Amed û Şehîd Baran Dersim, 13’ê Mijdarê li Mêrsînê cihekî ku madeyên hişber û fuhuşê hate şewitandin. Ev kes ceza kirine.”