Însiyatîfa Zarokên Agir atolyeyek û du wesayit şewitand

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Stenbol û Îzmîrê atolyeyek û du wesayitên 'faşîstan' şewitandine.

Di daxuyaniya însiyatîfê de hate gotin, "Yên ku li ber azadî û hebûna gelê Kurd radibin wê hemû têk biçin. Ji artêşa Tirk a faşîst ku bi çekên kîmyewî bombeyan li çiyayên me dibarîne û agir berdide çiyayên me, ji piştgiriya vê artêşa faşîst wê tol bê hilanîn."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 19'ê Îlonê li Harmanli ya navçeya Çîglî ya Îzmîrê wesayita kesekî MHP'î, 18'ê Îlonê li taxa Goksû ya navçeya Bûca ya Îzmîrê depoyek û atolyeyek û 17'ê Îlonê jî li taxa Kazim Karabekîr a Esenler a Stenbolê wesayita 'faşîstekî' hatin şewitandin.