Înîsîyatîfa Zarokên Agir derbarê şewitandinan daxuyanî da

Înîsîyatîfa Zarokên Agir li bajarê Edîrne, Îzmîr, Isparta û Kocaeliyê agir bi 4 cihan xistin.

Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li 4 bajaran çalakî li dar xistine.

Înîsîyatîfê diyar kir ku di 16’ê Tîrmehê de li Keşana Edîrneyê agir bi gara tiran xistine û gelek wesayît bi saetan şewitîne.

Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku di 17’ê Tîrmehê de li Çeşmeya Îzmîrê qadeke fireh a tûrîstîk, li Ispartayê tireke kayê û li Golcuka Kocaaeliyê jî fabrîyeka klîmayan şewitandiye.