Îlticayên ji Tirkiyê ber bi Swîsreyê du caran lê zêde bûn!
2017’an dixwaza xwelêgirtinê ya ji bo Swîsreyê kêm bû, hijmara kesên ku ji Tirkiyê îltîca kirin jî li gorî par ducaran li xwe zêde kirin.
2017’an dixwaza xwelêgirtinê ya ji bo Swîsreyê kêm bû, hijmara kesên ku ji Tirkiyê îltîca kirin jî li gorî par ducaran li xwe zêde kirin.
2017’an mehên Çile û Mijdarê bi giştî 793 welatiyên Tirkiyê hatibûn Swîsreyê ku daxwaza îltîcayê kirin. Par jî heman demê ev hijmar 476 bû. Ji 2004’an û vir ve cara pêşî ye ku 2017’an ev qas kes ji Tirkiyê îltîca dikin.
Li gorî îstasîtîkên Daîreya Penaberan a Federal di lîsteya penaberan de Tirkiye nedikete nav 10’an de jî lê îsal kete nav rêza 4’an. Piştî Erître, Sûriyê û Efganîstanê herî pir penaber ji Tirkiyê çûne Swîsreyê.
‘HEJMAR JI BER ERDOGAN ZÊDE BÛN’
Li gorî Stefan Frey yê Saziya Alîkariya bi Penaberan a Swîsreyê sedema zêdebûna penaberên ji Tirkiyê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan e. Frey diyar kir ku mirov ji ber rejîma Erdogan ji Tirkiyê direvin.
Ji Daîreya Koçberan a Dewletê Jaquet von Sûry jî rameneke wiha got. Sûry got hijmara penaberan du caran li xwe zêde kiriye û got, ‘’Di navbera penaberên ku ji Tirkiyê tên û rewşa siyasi ya Tirkiyê de divê têkiliyek hebe.’’
Di îstatîstîkên Daîreya Penaberan a Federal de derbarê Kurdan tiştek nîn e. Ji ber ku Swîsre penaberan ne li gorî raçînka etnîk lê li gorî welatên ku jê tên kategorîze dike. Lê penaberên ku ji Tirkiyê tên piranî ciwan in. Penaberên ku ji Tirkiyê tên, tenê 30 ji 100’î temenê wan 34’an e û ji çar paran yek temenê wan di bin 13’an de ye.