ÎHD: Rewşa Ozbek û Oyunlu ne baş e

ÎHD'ê serdana Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek û Eylem Oyunlu kir, ku rehînt hatine girtin, bal kişande ser rewşa wan û got rîsk li ser jiyana wan heye.

Komîsyona Hiqûqê ya Şûbeya Amedê ya ÎHD'ê (Komeleya Mafê Mirovan) li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê serdana Ozbek û Oyunlu kir, ku li gel du zarokên xwe girtiye. 

Komîsyonê piştî serdanê daxuyanî da û diyar kir rewşa Ozbek a bi nexweşiya kronîk girantir bûye, zarokeke Oyunlu ya 1 mehî damarên wê xitimîne û hêstir çavên wê tên, zaroka 2 salî jî bi nexweşiya bronşîtê ya kronîk e.

Komîsyonê got rewşa Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek li girtîgehê girantir bûye, 7'ê Tîrmehê ew rakirine revîrê û çavdêrî kirine ku Ozbek a 72 salî ji hal ketiye.

Bi berdewamî li ser rewşa Oyunlu jî hate gotin ji ber ku di dema lohusayê de ye problemên derûnî lê peyda bûne.

Komîsyonê xwest ku Ozbek û Oyunlu werin berdan.