ÎHD'ê 'kincên yekreng' şermezar kir

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Şûbeya  Stenbolê polîtîkaya 'kincên yek reng' şermezar kir.

Komîsyona Girtîgehê ya Şûbeya Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) li avahiya şûbeya xwe polîtîkaya kincên yek reng ku tê xwestin li girtîgehan ferz bikin bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir.

'ÊŞKENCE YE'

Endamê Komîsyonê Muharem Kurşun, xwest ku BHQ ya bi hijmar 696'an were betalkirin, ku bi vê BHQ'yê tê xwestin ku kincên yek reng li girtiyan bikin û got, ''Kincên yek reng dijî hişmendiya dewleta hiqûqê ye, rûmeta mirovahiyê binpê dike, mirov ji nasnameya wî dixe. Bi serê xwe êşkenceyek e''.

'GIRTÎ WÊ LI BER XWE BIDIN'

Di daxuyaniya çapemeniyê de bi berdewamî hate goitn, ''Armanca kincên yek reng tolhildan e û dixwazin pê li ser tevahiya civakê pergala sertewandinê ava bikin. Hedefa kincên yek reng tevahiya civakê ye''.

Herî hate gotin ku girtî dibêjin, 'berdêla wê çi dibe bila bibe em ê kincên yek reng li xwe nekin'' û berxwedana girtiyan a berê ya li dijî kincên yek reng hate bibîrxistin.